Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Almanya: Navenda Revenda Kurdistanî li Munîhê Hat Avakirin

Konfederasyona Revenda Kurdistanî li bajarê Munihê li Almanya yê bi Kurdên li munîhê civîya û  navendek Kurdistanî li bajarê Munîhê ava kir. Di civînê de gelek sazîyên kurd û kesayetî jî amade bûn.

Navenda Revenda Kurdistanî li Munîhê Hat Avakirin, gelek sazî û kesayetiyên Kurdistanî jî di civînê de amade bûn.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî li bajarê Munihê li Almanya yê bi Kurdên li munîhê civîya û  navendek Kurdistanî li bajarê Munîhê ava kir. Di civînê de gelek sazîyên kurd û kesayetî jî amade bûn.

Roja 29.06.2024, bi beşdariya Qereman Osman hevkarê   Serpereştyarê Dîskera revenda li     Ofîsa Barzanî li Kurdistan Şîfa Barzanî, Hewraman Elî Tofîq Cîgirê Serokê Konfederasyonê û Kovan Amedî sekreter û berpirsê karên rêxistinî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî û çendîn kesayetî û çalakvanên li bajarê Munîhê ve civîna damezrandinê dest pê kir.

Armanca civînê avakirina navendek li bajarê Munîhê û her wiha gotûbêjkirina bi van rêxistin û komeleyan re bû ku di pêşerojê de di bin sîwana Konfederasyonê de xebat û têkoşîna xwe ya sivîl berdewam bikin. Her wiha beşdaran bi berfirehî li ser kar û bername û pêkhateya Konfederasyonê gotûbêj kirin û piştre gotûbêjeke vekirî li ser hemû pirsan û ragihandina nêrînan û çendîn pêşniyarên xwe di warê xebata sivîl de destnîşan kirin û komîteyek katî ji 8 kesan hate hilbijartin.

Endamên Komîteya Navenda Revenda Kurdistanî li Munîh

1-Dr. Hewre Zangana

2-Feryad Ezîz

3-Surgul Akpinar

4-Nejat Hussein

5-Sabir Sindî

6-Faxer Sindî

7-Ziad Reşîd

8-Suwara Kacho

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin