Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Hevdîtinek bi namzedê Partiya Muhafazakar a Parlamentoya Federal ya Kanadayê, Mihemed re

Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê Mr.Kurd, li bajarê Torontoyê bi namzedê Partiya Muhafazakar a Parlamentoya Federal, Mihemed Îshaq re, li ser mijara hilbijartinên Parlamentoya Kanadayê civiya.

Di hevdîtinê de Mr.Kurd li ser rola Kurdên diyaspora bi giştî û kar û projeyên Konfederasyona li Kanadayê bi taybetî gotûbêjek berfireh pêşkêş kir.

Îshaq kêfxweşiya xwe li vê hevdîtinê nîşan da û projeya yekgirtina Kurdistanîyan li Kanadayê bilind nirxand û soz da ku eger serkevtî be dê bi cidî ji bo bihêzkirina peywendiyên navbera Kurdistan û Kanadayê bixebite.

Di vê çarçoveyê de şandeke Konfederasyonê li gel Sartîp Kakeyî Serokê Federasyona revenda KurdistanÎ li Kanadayê û Haşim Sindî Serokê Navenda Revenda Kurdistanî li Edmontonê li gel Şerîf Sebawî Parlementerê Parlamentoya Kurdistanê civiyan.

Di hevdîtinê de hemû aliyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û tekezî li ser pêşxistina hevkarî û xebata hevbeş kirin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin