8’ê Adarê roja sembola azadî û wekhevîya jinan li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên Kurd, pîroz dikin. Ji wan re jîyanek azad, wekhev û bextewar daxwaz dikin.
8’Ê ADARÊ ROJA JINÊN CÎHANÎ PÎROZ BE!
8’ê Adarê roja sembola azadî û wekhevîya jinan li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên Kurd, pîroz dikin. Ji wan re jîyanek azad, wekhev û bextewar daxwaz dikin.
Mafê jinan di civakê de mafekî sereke ye, ew dayika mirovatîyê ye! Di dîroka mirovatîye de jin di civakê de bingeha tovê mirovatîyê ye. Mafê jinê pêwîste bi her awayî di asta wekhevîyê de be,ne kêmtîrîn ji ê mêran be. Kurdistan welatekî bindest, dagirkirî û hemû alîyan de hatîye parçekirin. Di vê wateyê de barê herî giran jî ketîye li ser milê jinên Kurd. Hemû êşên ku ji ber dagirkerî û êşên şer yê bênavber, barekî mezin xistîye ser milê jinên Kurd. Jin li Kurdistan’ê bûne dayîkên êş, elem û azaran. Jinên Kurdistan’ê ne tenê ji bo mafê xwe, ji bo serxwebûna welat û azadîya gelê xwe jî her daim têkoşîn pêkanîne û bedelê giran dane. Jinên Kurd her tim di tevgera azadîya netewî de roleke girîng lîstine û di şoreşan de faktorên girîng û serfirazîya pêşmergeyan bû ne.
Di despêkde Birêz Leyla Qasim û bi hezaran jinên Kurd ên qehreman li Başûr, li Bakur, li Rojhilat û Rojavayê Kurdistan’ê bi helwesteke niştimanperwerî, di têkoşîna netewî de bûne pêşeng û di hemû qadên jîyanê de mafên demokratîk û netewî bilind kirine. Ji qada şer bigire heta qadên hunerî, siyaset û dîplomasîyê û li hemû qadan pêşengên têkoşîna azadiyê çalak bûne. Li dijî asîmîlasyona dewletên dagirker, tevî hemû kiryarên dijminan, bûne kela parastina çand û zimanê Kurdî. Îro jî jinên kurd di qadên jîyanê yên cuda de bi pêş ketine û xwe îspat kirine, di pêkanîna erkên xwe de serketî bûne û bûne pêşeng, di nav gelek qadên xebatan de xwedî biryardarin. Endamê parlametoyan´in, rêvebirin partî û sendîkayên karkeranin.
Em hêvîdarin ku jin û keçên Kurd dinava Partiyanda bi piranî cîh bigirin û dewra xwe ya dirokî di avakirina jîyanekî serfiraz, pêşkeftî, wekhev û Kurdistanek’î azad û serbixwe da pêk bînin. Hêz û partiyên kêm jin, bê hêzin û lawazin. Bê azadîya jinê tu civakek azad nabe û pêş nakeve.
Bijî 8´ê Adarê roja Jinan ya Cîhanê!
Bijî tekoşîna jinên Kurdistan’ê