Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Jiyan bi kurdî xweşe!

Roja 21 ê Şibatê, Roja zimanê dayikê ya navneteweyî ye. Roja ziman di 17.11 1999 de ji hêla UNESCO vê hat pejrandin û îlan kirin. Bê gûman îlan kirin û pejrandina vê  rojê sebaret bo zimanê  dayikê girînge, ji bo me Kurdan girîngîya wê hin zêdetir bi bandore.

Jiyan bi kurdî xweşe!

 Kovan Amedî

Roja 21 ê Şibatê, Roja zimanê dayikê ya navneteweyî ye. Roja ziman di 17.11 1999 de ji hêla UNESCO vê hat pejrandin û îlan kirin. Bê gûman îlan kirin û pejrandina vê  rojê sebaret bo zimanê  dayikê girînge, ji bo me Kurdan girîngîya wê hin zêdetir bi bandore.

Wek em hemû dizanin, ji roja damezrandina Komara Tirkîyê heta îro, ev bu 100 sale li welatê  me li Bakurê Kurdistanê,  gelek  nirxên meyên neteweyî hatin qedexekirin. Di serî de jî zimanê Kurdî hat qedexekirin. Li Kurdistanê ji ber bi karanîna zimanê kurdî, di warê axaftin, nivisandin, xwendin û çapkirina bi zimanê kurdî, bi hezaran kes hatin darizandin, cezayên giran girtin, hepis û zindan de razan. Wisa ku bi kurdî fîkandin jî hat qedexekirin. Piştî şoreşa Sêx Seîd, bi kurdî axaftin, ji bo her gotinek kurdî 25 kuruş ceza dikirin.

Ji ber ku dijmin baş dizane dema zimanê milletekî were qedexekirin, û ziman were ji bîr kirin, êdî  ew millet jî namîne. Çi heyf û bi daxekî mezin, dema meya îro de, li Bakurê welatê me de gelê me li hember xeterîyekî bi vî ewayî ye.

Lê xweşbînim ku li Bakurê Kurdistanê bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî û her wisa bo bidestxistina mafê yasayî ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û zimanê fermî li Bakurê kurdistanê gelek sazî hatine avakirin û xebatek granbuha birêve dibin.

Gelek grînge ku di hemû warê jîyanêde, di bazarên kirîn û frotinê de, di komeleyan de, di qehwexaneyan de, di rêwîtiya bi otobus û taksiyan de, di cîhên kar de, di mal de û bi taybetî jî bi zarokên xwe re ziman kurdî bi karbînin.

Zimanê dayikê mafekî xwezayî ya mirovîye, li gor peyman û zagonên nav neteweyî rê nedin  zimanê  milleteki ku were ûndakirin, her weha zextê deynin ser dewleta tirk ku, li ber zimanê kurdî rê veke.

Zimanê kurdî; sîyaseta me, bîr û bawerîya me, ol û mezhebê me, cinsîyeta me, çi dibin bila bibin, zimanê meyê me hemûyan e, ji bo ve yekê jî divê em hemû bihevre li zimanê xwe xwedî derkevin.

Gelek grîng e ku li diyasporayê jî komele, federasyon û hemû rêxistinên me yên sivîl, zimanê kurdî û çalakiyên kulturî ji xwe re bikin armanc, ji bo fêrkirinê kursên zimanê kurdî pêk bînin.

Di sala 1993´an de li Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê, ez bi çend hevalên xwe re bûm mêvanê nivîskar û şaîrê kur Seydayê Keleş, min dît ku komek zarokên keç ji odeyek derketin ku ji bo fêrbûna zimanê kurdî ders didîtin, min ji merqa xwe ji mamoste pirsî ku çima şagirtên wî hemû keçin? Bersîva mamoste ew ku Keç dibin dayik, mamosteyên herî mezin yê zimanê dayikê, Dê ye. Meriv ji lorîkên dayika xwe bi zimanê xwe dihese û fêr dibe.

Wek Nivîskar û rewşenbîrê kurd Apê Musa, di dozgeha Tirkiyê de ji Dadmend re gotibû;        ” Zimanê me hemêza dayika me ye, em ti carî hemêza dayika xwe bernadin.”

Jiyan bi kurdî xweşe!

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin