Di 23´ê Sibata 2025´an de derfeta we heye ku hûn bi dengê xwe bibin alîkar ê ku hûn li Almanyayê siyasetê bikin. Hilbijartina federal derfetek girîng e ku bandorê li siyaseta aştiyane ya pêşerojê bikin.
Werin em di 23´ê Sibata 2025´an de dengê xwe bikar bînin!
Xelkê me yê hêja!
Ji bo siyasetek û civakî adil a Almanyayê, her weha ji bo naskirina mafên demokratîk ên Kurdan wek kêmneteweyek serbixwe li Almanyayê!
Di 23´ê Sibata 2025´an de derfeta we heye ku hûn bi dengê xwe bibin alîkar ê ku hûn li Almanyayê siyasetê bikin. Hilbijartina federal derfetek girîng e ku bandorê li siyaseta aştiyane ya pêşerojê bikin. Di heman demê de bo wergirtina piştgirî ji bo gelê Kurd, em bang li hemû dengdêrên Kurd û dostên xwe dikin ku mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin. Ji bo Almanyayek hîn demokratîk ku mafên hemû biyaniyan tê de misorger be.
Dengê xwe bidin partî û namzedên ku ji bo çareserîya demokratîk a pirsa Kurd pabend in!
Em bang li we dikin ku dengê xwe bidin wan partî û berendamên ku bi awayekî eşkere alîgirên:
Naskirina nasname û çanda Kurdî,
Paraztina mafên demokratîk û mafên kêmneteweyan,
Piştgirîya çareserîya aştiyane ya pirsa Kurd û Mafên mirovan û edaleta civakî pêş bixin.
Her dengên ku hun bikar tînin, girîng e!
Bi biryara xwe ya dengdanê hûn dikarin alîkarîyê bikin ku daxwazên me bên bihîstin û şert û mercên siyasî hîn baştir bibe. Werin em bi hev re ji bo dengek xurt a demokratîk têbikoşin! *
Di 23´ê Sibata 2025-an de dengêxwe bidin wan partî û namzetên ku helwesta wan bo kurdan başe!
Ji bo azadî, aştî û demokrasiyê bibin mînakek baş!
Köln 13 Sibat, 2025 KOMKAR- Almanya
Olpener Straße.143, 51103 Köln,
Email: komkarnavend@hotmail.com