Li gorî nûçeya Rojnameya Bildê, li Munchenê otomobîlek li komek xwepêşanderan daye û amaje bi çavkaniyên fermî dike, tê gotin ku herî kêm 20 kes birîndar bûne, tê gotin ku herî kêm du kes “Pir giran birîndar” bibin. Ajoker pênaberek Afganiyek temenê wî 24 salî ye.
Li Munchenê wesayîtek ajot ser xwenîşanderan
Li gorî nûçeya Rojnameya Bildê, li Munchenê otomobîlek li komek xwepêşanderan daye û amaje bi çavkaniyên fermî dike, tê gotin ku herî kêm 20 kes birîndar bûne, tê gotin ku herî kêm du kes “Pir giran birîndar” bibin. Ajoker pênaberek Afganiyek temenê wî 24 salî ye.
Wêneyên li ser medyaya civakî otombîleke derbxwarî û hewleke mezin a polîs ya rizgarkirinê nîşan dide. Tê gotin ku kesên birîndar xwepêşandar in.
Polîs dibêje şofêrê wê hatiye girtin û êdî metirsî nîne. Guman heye ku kesek jî ji aliyê polîsan ve hatibe gulebarankirin.
Xwenîşandan bi greva berdewam a li Munchenê ve girêdayî ye, ku ji hêla sendîkaya Verdî ve hatî organîzekirin, ku di nav de, xebatkarên fermî organîze dike.
Lo gor daxuyaniya polîs ku ji bo ewlekariya xwepêşandanê tedbîrên pêvîst hatiye girtin û ti xeter nema ye. Lê heta nuha li ser egera bûyerê ku armanc ji vê bûyerê çi bû, ti gotinek fermî nehatiye gotin.