Me bi kêfxweşiyê ve bihîst ku partîya we HDK Îran kongra xwe ya 17emîn bi serkeftî pêkanîye û cenabê te dîsa wek Sekreterê Giştî hatiyê hilbijartin.
Ji Bo Sekreterê giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê
Birêz Mustafa Hîcrî,
Me bi kêfxweşiyê ve bihîst ku partîya we HDK Îran kongra xwe ya 17emîn bi serkeftî pêkanîye û cenabê te dîsa wek Sekreterê Giştî hatiyê hilbijartin.
Kongra we di qonaxek gelek hestyar û nazik da bi serkeftî bi dawî bûye. Ev yek bi taybet ji bo tekoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û ji bo tevahîya gelê Kurd cîyê kêfxweşî û serbilindîyê ye.
Em bi hilbijartina cenabê we, nûnerê kongrê, Pêşmergeyên qehreman û hemû kedkarên PDK-Î pîroz dikin û ji HDK-Îranê ra serkeftinê dixwazin.
Bijî PDK-Îran!
Bijî tekoşîna Rojhilatê Kurdistanê !
KOMKAR-Yekîtîya Komelên Kurdistan li Almanya.
07.02.2025