Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Wefta KOMKAR-Leer´ê bi Parlamentera SPD´ê ya  Leerê, Anja Troff –Schaffarzy re hevdîtin pêkanî

Endamê Rêvebirîya Giştî  yê Komkarê M.Etdoger û heyeta yekîneya Komkar Leer, bi  Parlamentera SPD a Parlamentoya Federal a Leerê  Anja Troff –Schaffarzy re hevdîtin kir.

Roja Sêşemê 04.02.2025 endamê Rêvebirîya Giştî yê Komkarê M.Etdöger û şandeya pê re li avahîya SPD Leer´ê bi wekîla federal a Leerê xanim Anja Troff-Schaffarzy re civîyan. Di civînê de hilbijartinên Parlementoya Federal, ku di 23´ê Sibata 2025´an de tên lidarxistin, pirsgirêkên Kurdên li Almanyayê û herwiha pirsgirêkên Kurd û komên olî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Xanim Anja Troff-Schaffarzy  diyar kir ku ew Kurdan ji nêz ve nas dike û gotûbêjên ku hatine kirin wê ji kes û dezgehên rayedar ên partiyê re bên ragihandin.  Anja Troff-Schaffarzy pêşniyaz kir ku divê civînên wisa bêhtir bên kirin.

Hevdîtin bi qasî saetekê dewam kir. Parlamentera rêzdar pêşniyaz kir ku di rojên pêş de civînek girseyî û berfireh bê lidarxistin û pirsgirêkên heyî bi berfirehî bên nîqaşkirin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin