Lijneya Rêvebiriya Giştî ya Yekitiya Komeleyên Kurdistan KOMKAR´ê di roja 25’ê Çileya 2025’an de li navenda komeleya KOMKAR- Kolnê civîna xwe ya asayî bi rojeveke giran li dar xist. Di civînê de xebatên ku ji civîna KG’ê heta niha hatine kirin hate nirxand û ji aliyê KB ya KOMKAR’ê ve rapora xebatê û ya aborî bi berfireh hate pêşkêşkirin.
Lijneya Rêvebiriya Giştî ya KOMKARê Civîna Xwe ya Asayî li dar Xist.
Lijneya Rêvebiriya Giştî ya Yekitiya Komeleyên Kurdistan KOMKAR´ê di roja 25’ê Çileya 2025’an de li navenda komeleya KOMKAR- Kolnê civîna xwe ya asayî bi rojeveke giran li dar xist.
Di civînê de xebatên ku ji civîna KG’ê heta niha hatine kirin hate nirxand û ji aliyê KB ya KOMKAR’ê ve rapora xebatê û ya aborî bi berfireh hate pêşkêşkirin.
Piştî nirxandina raporan biryar hat dayîn ku serdana komeleyên endam li hereman bê kirin.
Di civîna KG’ê de, pîrozbahiyên Newroza îsal, xebatên KonfederasyonaRevenda Kurdistanî, hilbijartinên Meclîsa Federal a 23’ê Sibata 2025’an li Elmanyayê, 100. Salvegera Tevgera Neteweyî ya Kurd (Şêx Said) a 1925’an û hwd. Li ser gelek mijarên din yên girîng hatin nirxandin.
Di civînê de geşedanên li Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hatin nirxandin. Civîn biryar da ku bang li partiyên Rojavayê Kurdistanê bike ku ji bo encamdana vê pêvajoya nû û derfeta dîrokî di berjewendiya kurdan de be, li Rojavayê Kurdistanê bibe xwedî statuyeek netewî bi hev re tevbigerin, yekdeng bin û wek şandek muşterek danûstandin bi Şamê re bikin.