Civata Kurd bi yekdengî ligel Wrîşe Moradî û Paxşan Ezîzî, du jinên Kurd ên wêrek ên têkoşer ku ji aliyêrejîma Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatine mehkûmkirin.
BANGA LEZGÎN JI BO ÇALAKIYÊ: JIYANA WRIŞÊ MORADÎ Û PEXAN AZÎZÎ BI PARÊZIN
Civata Kurd bi yekdengî ligel Wrîşe Moradî û Paxşan Ezîzî, du jinên Kurd ên wêrek ên têkoşer ku ji aliyêrejîma Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatine mehkûmkirin.
Wrişe Moradî û Paxşan Ezîzî par ji ber parastina mafên jinan û azadiya kurdan hatibûn girtin. Ev cezayên îdamê yên neheq ji bo tepeserkirina muxalefetê û gelê Kurd bitirsînin û bêdeng bikin.
Em kiryarên rejîma Îranê yên li dijî gelê Kurd bi tundî şermezar dikin.
Daxwaz dikin ku cezayên îdamê li ser Wrişe Moradî û Paxşan Ezîzî bê betalkirina û her wisa jî bê şert û merc, Wrîşe Moradî û Paxşan Ezîzî bên azadkirin.
Dawî li zordariya rejîma Îslamî ya li ser çalakvanên Kurd û parêzvanên mafên jinan bê.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bang li civaka navneteweyî, mafên mirovan, rêxistin û hemû kesên ku bi edaletê ve girêdayî ne ku ji bo rizgarkirina Wrişe Moradî û Paxşan Ezîzî, gavên lezgîn bavêjin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî 17 Çile 2025