Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Konfederesyona Revenda Kurdistnî KDC, li gel nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Civiya.

Di roja 17/01/2025´an de Şukrî Berwarî cîgirê serokê konfederasyona Revenda Kurdistanî pêşwaziya Dr. Elî Dolamerî nûnerê Hukumeta herêma Kurdistanê li Fransa kir.

Konfederesyona Revenda Kurdistnî KDC, li gel nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Civiya

Di roja 17/01/2025´an de Şukrî Berwarî cîgirê serokê konfederasyona Revenda Kurdistanî pêşwaziya Dr. Elî Dolamerî nûnerê Hukumeta herêma Kurdistanê li Fransa kir.

 

 

Nûnertiya Hukumeta Herêma Kurdistanê ji ber serkeftina duyemîn kongreya Konfederesyona Revenda Kurdistanî, xweşhaliya xwe nîşan da. Piştra jî pêwîstiya hevkarî û hemahengiya hevbeş û çend mijarên din, li gel Nuneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.

Di civînê de tekezî li ser vê yekê hat kirin ku piştgîriya ciwanan û girîngî dayin bo paşerojê  zarokan û  hînkirina zimanê dayîkê û handana ciwanan bo beşdarî kirin di çalakiyên curbicur yên li ser êş û azarên  gelê Kurd û têkoşîna wan, her wisa pêdivîya bo beşdariya jinan di rêxistinên sivîl û civakî de û  bilindkirina xeba azadî asta hesta netewî de.

Bi taybetî jî ew çalakiyên ku xizmeta dîasporayên Kurdistanî li Fransa tê kirin, bi rêxistinên civakî û sivîl re, bibin dengê êş û azarên gelê Kurdistanê li Fransayê.

Li beranber de her du alî behsa çalakiyên paşerojê kirin û nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê amadeyiya xwe bo piştevanîkirina çalakiyên Revenda Kurdistanî li Fransa´yê nîşan da.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin