Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Nameya Pênc Rêxistinên Sivîl yên Kurdistanî li Almanya yê, Bo Sekreterê Giştî ya Yekitiya Neteweyan Antonio re Nameyek Vekirî Şandin Guterres

Secretary Antony J. Blinken meets with UN Secretary-General Antonio Guterres at the Department of State in Washington, D.C., June 4, 2024. (Official State Department photo by Chuck Kennedy)

Dadgeha Bilind ya Dewleta Îslamî ya Îranê di derheqa çalakvan û aktîvîsta Kurd Paxşan Azîzî da cezayê  dardakirinê daye. Dadgeha Bilind ya Cimhûrîya Îslamî ya Îranê Paxşan Azîzî wek kesekî li dijî dewletê tometbar dike.

Bo Serokê Yekîtîya Netewan

Birêz Antonio Guterres,

Dadgeha Bilind ya Dewleta Îslamî ya Îranê di derheqa çalakvan û aktîvîsta Kurd Paxşan Azîzî da cezayê  dardakirinê daye. Dadgeha Bilind ya Cimhûrîya Îslamî ya Îranê Paxşan Azîzî wek kesekî li dijî dewletê tometbar dike.

Birêz Antonîo Guterres

Dewleta Îslamî ya Îranê bi dehan salane ku li dijî muxalif û çalakvanên Kurd ên  Rojhilatê Kurdistanê siyasetek tund  û tunekirinê dimeşîne. Dewleta Îranê Muxalifên rejîmê û çalakvanên Kurd bi hinek hincetan tawanbar dike û davê zîndanan, piştra jî bi dadgehên pêkenok cezayên giran û îdamkirinê dide wan.

Dewleta Îranê dewletek kevneperest û xwînmij e. Ew ne tenê li nav Îranê lê her wisa  li derveyê Îranê jî li dijî muxalifanên rejîmê û Kurdên welatparêz terorê dimeşîne. Dewleta Îranê ev çend meh in li Rojhilata Navîn derbeyên mezin dixwe û di nav tengasîyek mezin da ye. Bi vê siyaseta ku li dijî muxalif û Kurdên welatparêz bi lez û bez dimeşîne, dixwaze Kurdên welatparêz û muxalifên rejîmê ji holê rake û bê deng bike.

Serokê hêja,

Em rexistinên ku li jer nave wam hatinê nivisandinê ji cenabê we û rêxistina we Yekîtîya Netewan daxwaz dikin ku ji bo Dadgeha Bilind ya Îranê biryara xwe ya di derbarê Paxçan Azîzî de rawestîne, Paxşan Azîzî neyê dardakirin û azad bibe, bi dewleta Îranê ra têkilîyê deynin.

Em hêvî dikin ku Netewên Yekbûyî li ser wê babetê raweste û li hember hovîtîyên rejîma Îranê bêdeng nemîne.

-Komkar-Yekitîya Komelên Kurdistan li Almanya

-Federsyona Komelên Kurdistanî li Almanya

-Platforma Kurdên li Hamburgê

-Federsyona Revanda Kurdistanî li Almanya.

-Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin