Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Ala Netewî ya Kurdistanê 104 Salî ye.

Ala Rengîn, a ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn temsîla 50 milyon Kurd dike, cara yekem di sala 1920î de ji alîyê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ve hat qebûlkirin. Di sala 1927an de, di serhildana Kurdên Agirîyê de ala netewî hat hildan. Ala Rengîn ji alîyê Komara Kurdistanê ya (Mehabad)ê ve, ku di sala 1946an de ji alîyê Qazî Muhamed ve hat ragihandin, hat qebûlkirin û bilindkirin. Ala Rengîn di sala 1992´an de ji alîyê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ve wek ala netewî ya Kurdistanê hat qebûlkirin.

 Rojbûna ala ya rengîn pîroz be!

Her miletek xwedîyê ala xwe ye. Di vê wateyê de Kurd jî xwedîyê ala xwe ne.

Ala Rengîn, a ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn temsîla 50 milyon Kurd dike, cara yekem di sala 1920î de ji alîyê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ve hat qebûlkirin. Di sala 1927an de, di serhildana Kurdên Agirîyê de ala netewî hat hildan. Ala Rengîn ji alîyê Komara Kurdistanê ya (Mehabad)ê ve, ku di sala 1946an de ji alîyê Qazî Muhamed ve hat ragihandin, hat qebûlkirin û bilindkirin. Ala Rengîn di sala 1992´an de ji alîyê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ve wek ala netewî ya Kurdistanê hat qebûlkirin.

Ji ber ku Ala Rengîn cara yekem di sala 1920-an de ji alîyê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ve hat qebûlkirin, di ser wê re 104 sal derbas bûn û ala rengîn niha 104 salî ye. Dîzayna ala Kurdistanê; Ji bilî rengên Sor, Kesk û Spî, bi 21 tîrêjên rojê navîn heye.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê di sala 1992an de bi civînek taybet 17ê Kanûnê wek Roja Ala Kurdistanê îlan kir. Her sal di 17ê Kanûnê de bi xemilandina kuçe û çiyayan, bi taybet avahîyên fermî yên Başûrê Kurdistanê bi xemla alaya Kurdî tê pîrozkirin.

Tirkîye, Îran û hwd. Her çendî partî, derdor û kesayetên netewperwer li hin welatan di hûmandina ala netewî ya Kurdistanê de zehmetîyan dikşînin jî, lê tê dîtin ku Serokwezîr û Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di hemû hevdîtin, serdan û platforman de ala netewî ya Kurdistanê bilind dikin.

Di hemû civîn û hevdîtinên navnetewî yên Rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de, li kêleka alayên welatên ku bi wan re hevdîtin dikin, ala netewî ya Kurdistanê hatiye daliqandin. Wek hin kes îdîa dikin, ev al ne ala tu partî, eşîret û kesekî ye. Ala Rengîn ala Kurdistanê ye û herî kêm temsîla 50 mîlyon Kurd dike.

Ala Kurdistanê a ku li başûrê Kurdistanê bi fermî hatiye qebûlkirin, ji alîyê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û yên dîasporayê ve ala rengîn wek ala neteweyî ya Kurdistanê te qebûlkirin. Ev kes vê alê bi rûmet û serbilindî hembêz dikin û rûmetdar dikin.

Em wek Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR bi hestên herî kûr 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê pîroz dikin.

Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê- KOMKAR

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin