Nivîskar û helbestvanê Kurd seydaya Cegerxwîn di sala 1903 da li bakurê Kurdistanê, li gundê Hesarê girêdayî Kercews a Batmanê hatiye dinê. Di 22.10.1984 da li paytexta Swêdê, li Stockholmê koça dawî kir. Seydayê Cegerxwîn li ser ziman û diroka Kurd û Kurdistanê gelek pirtûk û helbest nivîsîne û hemû jîyana xwe ji bo pêşketin û ronîkirina gelê Kurd terxan kiriye.
Di nav helbestên seydayê Cegerxwîn de gelek helbestên navdar ên wek
Kîne Em û Ey heval Robson hene.
Em di 40 emîn salroja koça wî de, seydayê hêja bi rêzdarî bi bîr tînin.
Ruhê wî şad be.
KOMKAR-Yekîtîya Komelên Kurdistan li Almanya