Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Zîyaretên Heyeta PSKê yên li Swêdê Didomin

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel tevî Cigirê Serokê Giştî Selva Baksi û Kovan Amedi roja 16.09.2024an serdana Nunerê Hikumeta Kurdistanê li Swêdê Şoreş Rahim kir.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel tevî Cigirê Serokê Giştî Selva Baksi û Kovan Amedi roja 16.09.2024an serdana Nunerê Hikumeta Kurdistanê li Swêdê Şoreş Rahim kir.

Di hevdîtinê da Serokê PSKê Bayram Bozyel derbarê rewşa Kurdistan û Tirkîyê nirxandinekî kir û jibo pêşwazîya germ spasîya birêz Şoreş Rahim kir.

Şoreş Rahîm jî jibo zîyareta heyeta PSKê kêfxweşîya xwe anî ziman. Şoreş Rahim da zanîn ku welatên Ewropa qasê ku pêwist be gringîyê nadin pirsa Kurd û bi berpirsiyarî tevnagerin.

Di hevdîtinê da herdû alîyan bal kişandin li ser karê diplomsîyê û piştgirîya navdewletî.

Hevdîtin di atmosferekê germ û berhemdar da xilas bû.

Dure Heyeta PSKê bi beşdarîya endamê Meclisa Partiyê Sevgi Yildiz û Mustafa Kizilkaya serdana Yekîtîya Jinên Kurdistanê kir.

Li ser navê Yekîtîya Jinan Seyran Duran, Şukran Baksî û rêvebirên Yekîtîyê pêşwazîya Serokê PSKê Bozyel û hevalên wî kirin.

Rêvebirên Yekîtîya Jinan behsa xebat û projeyên xwe kirin û jiber zîyareta Heyeta PSKê dilxweşîya xwe anîn ziman.

Serokê PSKê Bozyel jî di axaftina xwe da bersîva pirsên beşdaran da û ji rêvebirên Yekîtîya Jinên Kurdistanê ra serkeftinê xwest.

Di zîyaretê da li ser rewşa Kurdistan, Tirkîyê û diasporayê sohbetekê germ û samîmî çêbû.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin