Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Aramî û pêkvejiyana li Kurdistanê biparêzin

Di roja 03.08.2024’an de, Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê, Qasim Şeşo bi boneya 10-salîya komkûjîya li dijî Civaka Êzîdî li Şingalê axaftinek pêşkêş kiribû. Di wê axaftina xwe de bal kişandibû ser bi dehan ferman û komkûjîyên ku heta niha bi navê Îslamê ji hêla grûbên tûndrew ve hatine serê Êzîdîyan.

Di roja 03.08.2024’an de, Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê, Qasim Şeşo bi boneya 10-salîya komkûjîya li dijî Civaka Êzîdî li Şingalê axaftinek pêşkêş kiribû. Di wê axaftina xwe de bal kişandibû ser bi dehan ferman û komkûjîyên ku heta niha bi navê Îslamê ji hêla grûbên tûndrew ve hatine serê Êzîdîyan.

Herçend ku mebest û armanca Qasim Şeşo ji vê axaftinê tenê grûbên fanatîk ên îslamî ên wek DAÎŞ’ê bû jî, lê derdorên selefîst û tûndrew li Kurdistanê ev gotina wî bi zanebûn û bi nîyeteke xirab berovajî hev kirin û weke ku Qasim Şeşo qaşo ”sivikatî bi Hz. Muhammed” kiribê derxistin pêş. Him Qasim Şeşo û him jî Heyder Şeşo, ku birazîyê Qasim Şeşo ye û di eynî wextî de jî Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê li Şingalê (HPÊ) ye, ev bûxtan teva red kirin, lê dîsan jî têrê nekir û grûbên îslamî ên tûndrew her êrîşên xwe dewam kirin.

Meclisa Rûhanî a Êzîdîyan li Kurdistanê û Yekîtîya Zanayên Ayînî a Îslamî li Kurdistanê jî bi hev re daxûyanîyeke çapemenîyê li ser vê babetê dan, mixabin vê jî tê rê nekir.

Rewş êdî gihişt wê astê ku metirsîyeke mezin kete nava koçberên Êzîdî di kampan de. Roja înê derdora 300 malbatan ji tirsa ku wê grûbên îslamî – weke ku li ser sosyal medya gef xwaribûn – êrîşî wan bikin, ji kampan derketibûn. Hin ji wan malbatan ber bi Şingalê ve ketibûn rê û hin ji wan jî çûbûn cem mirovên xwe yên li dervî kampan. Roja piştre gelek ji wan malbatan dîsan vegerîyan nav kampan, lê gelek ji wan jî çûne Şingalê.

Wek ku tê zanîn, heta niha gelek êş û azar hatîye serê Civaka Êzîdî û bi dehan ferman û komkûjî hatine serê wan. Fermana dawî li Şingalê çêbû. Bi hezaran hatin qetl kirin, bi hezaran jî keç jin weke koleyên sexê hatin revandin û heta niha jî bi hezaran hundayî hene, bi dehan gorên bi kom li Şingalê nehatine vekirin. Şingal hê jê wêrankirîye, xelk perîşane, di nava trawmayeke mezin de jîyan dikê.

Em van êrîşên li dijî Kurdên Êzîdî weke eybî û şermeke mezin dibînin û bi dijwarî şermezar dikin. Di şûna ku berdewam alîkarîya wan bê kirin, dilê wan yê şikestî bê xweş kirin, bê derman kirin, mirov bibê alîkar bo wan da ku – hinek jî bê – wê trajedîya mezin ku hatî serê wan – ji bîra bikin, hinekî li xwe vegerin, bikarin vegerin ser cih û warên xwe. Heger melayekî di dema fermanê de derîyê mizgeftekê ji wan re vekiribê, an jî avek, xwarinek dabê wan, eve erkekî kurdewarî, netewî bû.
Eybe, şerme, bila tu kes vê yekê nekê minet li ser Kurdên Êzîdî.

Kurdistan weke mozayîkekê ye, weke bexçekî gulane, tê de gelek gulên reng bi reng hene. Êzdîyatî, Misilmantî, Elewîtî, Yarsanîtî, Ehlî-Heq, Kakayîtî, Zerdeştî, Mesîhîtî û hwd. hemû gulên cûr be cûr yên vî bexçeyê Kurdistanê ne. Bi sedên salaye jî ku van olan li Kurdistanê weke bira li gel hev jiyan kirine û rêz li hevdu girtine.

Em bi vê bonê bangî hemû alîyan dikin ku neyên lîstikên van grûbên tûndrew û dijminên Kurdistanê û bi berdewamî aramî û pêkvejiyana di nava olan de biparêzin.

Herweha em bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin ku hed û sînorekî ji bo van grûb û melayên tûndrew deynê û rê nedê wan ku dem bi dem agirekî hilkin, fitne û fesadîyê di nava civakê de belav bikin, heqaretê li Kurdên Êzîdî bikin û gefan li wan bixwin.

Kurdên Êzîdî ji hemû deman bêtir îro pêwistî alîkarîyê ne. Wek kurd erkekî netewîye li ser milê me hemû kesayetên welatparêz û sazîyên Kurdistanî ku em li wan xwedî derkevin û wan biparêzin.

Divê em hemû li gel hev aramî û pêkvejîyana li Kurdistanê biparêzin

KOMKAR – Almanya

12.08.2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin