Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

KEÇA KURD Dİ WELATÊ KEMANÊ DA XELATA BİLİND WERGİRT

Di pêşbirka navneteweyî ya li Venedîkê, welatê kemanê, ku tê de herî xurt virtuozên ji çar aliyên cîhanê beşdar dibin, keça Kurda 14 salî Filît Dêlvîn ji Qazaxistanê di konsera solo ya kesane de cîhê 2yemîn girt, û bi beşdarbûna di ensembleyê de xelata Grand Prix wergirt. Ev xelatek taybetî ye, ne ji rêza yekem kêmtir e.

07/11/2023, Venedîk / Îtalya.

Jûrî ji muzîkjen û profesorên rêzdar ên cîhanê ji Îtalya, Almanya û çend welatên din ên Ewropayê pêk dihat.

Venedîk (bi îtalî: Venezia) paytexta herêma Veneto ye.

Filît Dêlvîn:

Filît Dêlvîn (Filît Dêlvîna Îbrahîm) – 07.08.2010 li Qazaxistanê, bajarê Almatayê, di malbateke rewşenbîrên kurd de hatiye dinyayê.

Cendîn car beşdarê festîval û pêşbirkên navneteweyî bûye.

Ew Xelatgirê pileya yekemîn ya hunera dengbêjî û amûrî ya “Festîvala Muzîka Mezin – 2020´an” e. Her wiha di festîvala navneteweyî beşa “Muzika amûrî – keman” de xelata “Grand Prix” stendiye.

Di pêşbirka navneteweyî ya “Melodiyên Magic” beşa “Hûnera Amûrî” de xelata yekemîn wergirtiye.

Xwediyê dîploma pileya sêyem ya pêşbirka navneteweyî ya “Hunera Amûrî” ye.

07/11/2023, di pêşbirka navneteweyî ya li Venedîkê, welatê kemanê, ku tê de herî xurt virtuozên ji çar aliyên cîhanê beşdar dibin, keça Kurda 14 salî Filît Dêlvîn di konsera solo ya kesane de cîhê 2yemîn girt, û bi beşdarbûna di ensembleyê de xelata Grand Prix wergirt. Ev xelatek taybetî ye, ne ji rêza yekem kêmtir e.

Jûrî ji muzîkjen û profesorên rêzdar ên cîhanê ji Îtalya, Almanya û çend welatên din ên Ewropayê pêk dihat.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin