Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

EM Dr.ABDULRRAHMAN QASIMLO Û HEVALÊN WÎ BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN

Sekreterê Partîya Demokrata Kurdistana Îran-PDK-Î.Dr.Abdurrahman Qasimlo, Endamê Komîta navendî Abdullah Qedrî Azar di 13.7.1989an da bi destên dewleta dagîrker û kevneperestên Îranê li paytexta Avûstûrya Vîyana bi komployekê hatin kuştin.

Dewleta kevneperest a Îranê bi kuştina Dr.Abdurrahman Qasimlo dixwest tevgera azadîxwaza Rojhilatê Kurdistanê bê serî bihêle û PDK-Î belav bike.

Kuştina Dr.Qasimlo ne tenê ji bo tevgera azadîxwaza Rojhilatê Kurdistanê, ji bo hemu beşên Kurdistanê ji bo Kurdan xisarek mezin bû.

Em wek Yekitîya Komelên Kurdistan-Komkar, êrîşa ku li dijî Dr. Abdurrahman Qasemlo û hevalên wi hat kirin bi tundî rûreş dikin. Di 35 emîn salroja şehîdbûna Dr.Abdurraman Qasimlo û Abdullah Qedrî Azar de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.

Yekitiya Komeleyên Kurdistan KOMKAR- Almanya

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin