Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

LI KOMKAR KÖLNÊ HEVDÎTINEK TAYBET

Serpereștê Rawenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî birêz Şîfa Berzanî, Şêvirmendê wî Qehreman Othman, serokê Konfederesyona Revenda Kurdistanî Îsmail Kamil, sekreter û berpirsê karên rêxistinî yê Konfederesyonê Kovan Amedî, di roja 07.07.2024´an dali bajarê kolnê  serdana Komkar Almanya yê kir.

Şîfa Barzanî û heyeta pê re ji aliyê serokê Komkar Almanya û dostê Komkarê Dr Hikmet Agayê Şikakî, ji aliyê endam û birêvebirên Komkarê û hin kesayeyetên kurd ve hate pêşîwazî kirin.

Di serdanê de, serokê Komkar Almanya yê Bekir Topgider xêrhatina mêvanan kir û di derheqê kar û xebatê Komkar Almanya de agahî da mêvanan.  Her wiha berpisê Komkar Kölnê L.Berzan jî li ser kar û xebatên Komkar Kölnê agahî da.

Birêz Şifa Berzanî, di despêkê de li ser vê serdan û hevdîtinê kêfxweşya xwe anî ziman, li ser kar û xebatên diasporayê, giringîya rêxistinî û tevxebatê de axivî û bal kişand ser kar û xebata komkarê ya Kurdistanî ji bo hemû beşên Kurdistanê. Birêz Berzanî îşaret bi wê yekê kir ku xebatên Komkarê bi hêjayî dinirxîne, di warê ziman, kultur û xebata lobiyê de berdewamiya wê dixwaze.

Hevdîtin di atmosferekî germ û samîmî de derbas bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin