Pêşewa Qazi Mihemmed, Dr.Abdurrahman Qasimlo û Dr.Said Şerefkendî.
Ew hersê rêberên PDK-Îran yên Rojhilatê Kurdistanê bi destên dewleta Îranê hatin kuştin û şehîd bûn. Pêşewa Qazî Mihemmed yekemîn serokkomarê Kurdistanê bû. Qazî Mihemmed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di sala 1946an da li bajarê Mahabadê li Meydana Çarçira Komara Kurdistanê îlan kirin.
Bekir Topgider
Pêşewa Qazi Mihemmed, Dr.Abdurrahman Qasimlo û Dr.Said Şerefkendî.
Ew hersê rêberên PDK-Îran yên Rojhilatê Kurdistanê bi destên dewleta Îranê hatin kuştin û şehîd bûn. Pêşewa Qazî Mihemmed yekemîn serokkomarê Kurdistanê bû. Qazî Mihemmed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di sala 1946an da li bajarê Mahabadê li Meydana Çarçira Komara Kurdistanê îlan kirin. Dewleta Îranê di 31ê Adara 1947an da Qazî Mihemmed, Seyfî Qazi û Sadrî Qazî li Meydana Çarçira îdam kirin. Her çixas gelê Rojhilatê Kurdistanê û welatparêzên Kurd bizanin jî pranîya Kurdan Qazî Mihemmed û hevalên wî ji bo çi hatin îdamkirin nizanin.
Pêşewa Qazî Mihemmed ji bo ku Kurd jî bibin xwedî dewlet li dijî dewleta Iranê tekoşîn da. Piştî ku Qazî Mihemmed di sala 1946an da li Mahabadê îlana dewletek serbixwe da, dewleta Îranê Qazî Mihemmed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî girtin û ew hersê rêberên Kurd di 31ê Adara 1947an da li meydana Çarçira îdam kirin. Dewleta Îranê wer dizanî ku wexta Pêşewa Qazî û hevalên wî îdam bike pirsa Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê ji holê radibe û dewleta Îranê jî digihêje armanca xwe û ji pirsa Kurdan jî xilas dibe. Her çixas wexta rêberekî Kurd bi destên dagîrkeran ji holê tê rakirin di tekoşîna wî beşî da valabûnek rû bide jî, demek şûnva ew gel dikare di nav xwe da rêberekî derxînê û ji bo rizgarîya welêt û azadîya gelê xwe têbikoşe.
Piştî şehîdbûna pêşewa, Dr. Abdulrrahman Qasimlo pêşengîya PDK/Îran kir. Dr.Abdulrrahman Qasimlo dîplomatekî zana, siyasetvanekî jîr û naskirî bû. Dr.Abdurrahman Qasimlo dixwest pirsa Kurdan li rojhilat bi hevdîtin û dîyaloxê bê çareserkirin. Ji ber wê jî wexta ji dewleta Îranê pêşniyaza hevdîtinê jê ra tê. Ew hevdîtinê qebûl dike û di 13 .7.1989an da li paytexta Awûstûrya Vîyanayê di dema hevdîtinê de rastî komployek qirêj tê û tevî hevalê xwe Abdullah Qedrî Azar bi destê dewleta kevneperest û dagîrker a Îranê tê kuştin. Bûyera kuştina Abdurrahman Qasimlo di nav gelê Kurd da tesîrek şok çêdike. Termê Dr.Abdurrahman Qasimlo wexta li paytexta Fransa Parîsê spartin axê, ji seranserê dinyayê bi hezaran Kurd û dosten Kurdan beşdarî merasîma spartina axê dibin.
Piştî şehîdbûna Dr. Abdurrahman Qasimlo, Partîya Demokrata Kurdistana- Îranê vê carê ji bo serokatîya partîyê Dr.Saîd Şerefkendî hildibijêre. Dr.Saîd Şerefkendî jî kadroyekî jîr û hêja ye. Dr.Saîd Şerefkendî ala tekoşîna ku Dr. Abdurrahman Qasimlo dimeşand hilgirt û pêşengîya PDK-Îran kir.
Sekreterê PDK-Îran Mihemed Saîd Şerefkendî, berpirsê Avrûpa Fettah Abdolî û berpirsê Almanya Humeyn Erdelan ji bo ku beşdarî civîna sosyaldemokratên navnetevî bibin diçin bajarê Berlînê
Wexta li restorantê xwarinê dixwin bi destên sîxurên Îranê di 17 Îlona 1992an da hatin şehîdkirin.
Ew kuştin û xwînrijî jî pir dide xuyakirin ku dagîrker û dijminên Kurdan her tim dixwazin ku Kurd di bin dagîrkerîya wan da bimînin û Kurd tucarî doza heqê xwe yê netewî nekin. Ne tenê serok û rêberên Kurdan kuştine, heya niha bi deh hezaran Kurd kuştine. Îro jî roj tune ku dewleta kevneperest û dagîrker a Îranê Kurdan darda neke û nekuje.
Li hember wan kuştin, îdam û zîndankirinan gelê Kurd tu car ji daxwaza netewî nareve dest jê bernedaye û li hember dagîrkeran li ber xwe danê û didin. Gelê Kurd bawere ku îro nebe jî, sibê wê bigihê azadîyê û axa welate xwe rizgar bike.
Ruhe Pêşewa Qazi, Qasimlo, Şerefkendî û hemê şehîdên Kurdistanê şad be.
Ewê her dem di tekoşîna azadîxwaza gelê Kurd da bijîn.