Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

XAPANDIN-BÊWÎJDANÎ

Van rojan di nava civaka Ȇzdî ya cihanê da axaftineke germ tê kirin, ku parlamênta dewleta Ȋreqê dixweze Ȇzdyan wek netew nas bike…. Û bawarkî temamya parlamêntarê wê dewleta ereba, yên ereb wusa „pir“ Ȇzdiyan hiz dikin ku bî șabûn hazirin, dengê xwe yê „parlamêntaryê„ bidin ku êzdiyan wek netew elam bikin…

Meryê herî nezan, miryê gora jî vê fikira vê dewleta musulmane șovûnîst tê digihîjin. Xapandineke bê wîjdan ya bi sirê ye. Biryareke bi wî rengî ne bo hizkirina Ȇzdiyan e lê  dijî Herêma Kurdistanê ye. Ȇzdiyan ji bo berjewandiyê xwe  wek lîstokekê dide kêranîn.

Tu berjewendiyên Ȇzdiyan wê biryarê da nîne. Berovajî Ȇzdiyan ber komkujîke nû dide sekinandin. Bêtifaqiyê, dijminatiyê û dutîretiyê, ji hev temûlnekirinê dikie nava vê civaka birîndar. Ew biryara nebixêr Ȇzdîxanê wê perçe-perçe bike, ji axa kal beva, ziyareta wan bide dûrxistin.

Ȇzdî, bi dewr û zemanan ji alyê dewlet û netewên Musulman va ne ji bo netewyê lê ji bo olê, bawariya êzdîtiyê hatine qirkirin.

Ji Tehrana- Ȋranê, Sitembola -Osmaniyê, Bexdaya, Mûsil û nizanim kîjan crnimên Erebistanê, fermanên qirkirna Ȇzdiyan Șah, Sultan û Xelîfên dewletên musulman dane, leșker û talançiyên musulman bi cihada xwe ya reș șandine li ser cî û werên Ȇzdiyan… Kuștin, talankirin, wêrankirin, ji xwera birina jin-zarên Ȇzdiyan bi ferzên ola musulmaniyê, evdên musulman helal kirine… Mirov kirine gur berî Ȇzdiyan dane…

Mirov dikare vê derheqê da, dîrokeke zulmê ya bi hezara rûpela ji bîr bine. Ew dîroka neheqîiyê-xezebê îro jî berdewam e. Hela hê birînên komkujiya Șengalê bi temamya hêza xwe dilê evdê Ȇzdî dêșînin.

Wusa jî dîrokê da mînak pirin, dma hukumdarekî Musulman, derheqa Ȇzdiyan da çend peyvên qenc yên sivik gotiyê, Ȇzdî pê xapya ne, arxayîn bûne, lê salek jî derbaz nebûye, hukumdarê pey ra hatî fermana komkujîke Ȇzdiyan ya hê zulm daye.

Eger dewlet û rayedarên Ȋreqê ewqas pir Ȇzdiya hiz dikin, derheqa wan da difikirin, biryara wan da qelpî nîne, ji bo berjewandiya Ȇzdiyan e, bira berî wê qirara Parlamêntoya xwe, bi 2-3 xalê biçûk ser navê a’lema musulmanyê mirovaya cihanê ra elam bikin:

  1. Ji alyê ola musulmanyê, dewlet û gelên musulman va bawarya Ȇzdiyatî wek oleke xwedênas, oleke qedîm, resen, kevnar, resmî li rex ola xwe elam dikin û nas dikin. Ji kitêb û têkstên ola xwe fikir û xalên neheqiyê derheqa bawarya Ȇzdiyan da derdixin, dibêjin ew șașiyên pêșiyan e, nivșê me wan xeletiyan napejirîne.
  2. Li ser navê temamya a’lema Musulmaniyê lêborînê ji Ȇzdiyan bixwezin ji bo wan bi hezaran komkujî, fermanên qirkirinê kîjan ji bo bawariyê civaka Ȇzdî hatine kirin…

Pașê ezê jî wek nivîskarekî Ȇzdî, vî emrê xwe da, herim û erdê Parlamêntoya wan ramûsim, dengê xwe tevî dengê wan bikim…

Eskerê Boyîk

Nivîskarê Ȇzdî

19.06.2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin