Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Em Bi Ola Xwe Êzîdî Ne û Bi Neteweya Xwe jî Kurd û Kurdistanî Ne!

Dibêjin li Parlamentoya Îraqê 182 erebên bê derpî xwestine nasnameya Êzîdîyan a Netewî biguherin û wan ji koka wan a Kurdbûnê cûda bikin.
Heger ku kurmê darê ne ji darê bê, dar xera nabê. Di vê lîstika gemarî de destê hin Êzîdîyên xwenenas, menfaetparêz û dijminê kok û dîroka Êzîdîyatîyê jî heye.

Yilmaz Yildiz

Dibêjin li Parlamentoya Îraqê 182 erebên bê derpî xwestine nasnameya Êzîdîyan a Netewî biguherin û wan ji koka wan a Kurdbûnê cûda bikin.

Heger ku kurmê darê ne ji darê bê, dar xera nabê. Di vê lîstika gemarî de destê hin Êzîdîyên xwenenas, menfaetparêz û dijminê kok û dîroka Êzîdîyatîyê jî heye.

Gelo qey we ji min/me pirs kirîye ku hun li gor kêfa xwe dilê xwe netewa me diguherin? Kê ev maf daye we ku hun Êzîdîyan ji koka wan a Kurd û Kurdistanê cûda bikin?

Mafê we ye ku hun hej sîyaseta partîyeke kurdî nekin, lê qet ne maf û hedê we ye ku hun bi nasnameya netewî a Êzîdîyan bilîzin û bibin sedem ku Civaka Êzîdî bêtir ji hev parçe parçe bikin û bê rûmet û qîmet bikin.

Ne hun ev çend kesên Êzîdî yên xwenenas ku hewl didin Êzîdîyan ji Kurd û Kurdistanê dûr bikin û ne jî ew çend erebên we yên xwas, paqrût û bê derpî dikarin Êzîdîyan ji netewa kurdî dûr bikin.

Xwelîserno, ji we were ku ereb hewqasî hej we dikin, ji kûlê we ketine ku we weke neteweke cûda dihesibînin. Ew bi vê yekê dijminatîya herî mezin bi Kurdistan û Êzîdxanê re dikin, dixwazin nîfaqê, dijminatîyê bikin nav me.

Ka heta niha wan ereban çi ji bo Şingalê, ji bo fermanê kirîye heta ku Êzîdîyan weke neteweke cûda didin nîşandan? Heta niha bi çi erk û wacibê xwe ve rabûne? Heta niha Îraqê ji bo Şingalê dozek, mahkemeyek jî di derbarê fermana li Şingalê vekirîyê? Heta niha Êzîdî hê jî ne derbeder in? Heta niha jî Êzîdî her ne li Kurdistanê ne?

Nêhta ereban xerabe, dixwazin bi vê yekê Şingalê ji Kurdistanê vekin û bêjin Kurdistanê tu eleqeya we bi Şingalê ve nîne. Lê ne ereb û ne jî hin ji wan kesên Êzîdî yên ku ketine tora dijminan, wê qet nikaribin Êzîdîyan ji Kurdbûna wan û ji welatê wan Kurdistanê cûda bikin.

Em bi ola xwe Êzîdî ne û bi netewa xwe jî Kurd û Kurdistanî ne.

Çi kesê ku berovajî vê yekê tevbigerê, berîya her tiştî îxaneta herî mezin bi erf û adet, kevneşopî, ziman, çand, dîrok û bi sedhezaran cangorîyên fermanên Êzîdxanê re dikê.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin