Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

45´e mîn Salroja Yekitiya Komeleyên Kurdistan Komkar -Almanya Hat Pîrozkirin

Di roja 1 Hêzirana 2024´an de li bajarê Bergisch Gladbachê 45 salîya damizirandina Yekîtîya Komelên Kurdistan -Komkar li Almanya bi bernameyek Kulturî û siyasî hat pîrozkirin. Destpêka şahîyê bi sirûda netewî û rêzgirtina şehidan dest pê kir. Piştra grûba govenda Zozan a ku ji keç û qizên Kurdan pêk tê govend geş kirin. Piştî govenda Zozan serokê Komkar Almanya Bekir Topgider derket ser dikê û xêrhatina mêvanan kir. Serokê Komkarê bi kurtî li ser kar û barên Komkarê axivî û got ku em bi kar û barên Komkarê yê ku di nav wan 45 salan da meşandiye kêfxweş û serbilind in.

Di roja 1 Hêzirana 2024´an de li bajarê Bergisch Gladbachê 45 salîya damizirandina Yekîtîya Komelên Kurdistan -Komkar li Almanya bi bernameyek Kulturî û siyasî hat pîrozkirin. Destpêka şahîyê bi sirûda netewî û rêzgirtina şehidan dest pê kir. Piştra grûba govenda Zozan a ku ji keç û qizên Kurdan pêk tê govend geş kirin. Piştî govenda Zozan serokê Komkar Almanya Bekir Topgider derket ser dikê û xêrhatina mêvanan kir. Serokê Komkarê bi kurtî li ser kar û barên Komkarê axivî û got ku em bi kar û barên Komkarê yê ku di nav wan 45 salan da meşandiye kêfxweş û serbilind in.

 

Topgider di axavtina xwe da got ku Komkarê ne tene ji bo piştgirîya tevgera azadîxwaza Bakurê Kurdistanê, Komkarê di nav wan salan da piştgirîya hemû beşên Kurdistanê kiriye û ew yek jî wek erkekî netewî ditîye. Di bernemê da gelek hunermend û grûbên govendê jî hebûn. Hunermend Nûzan, Hunermed Zubêr Salih, Sîpan Çîya û Mizgin Kiliç stranên Kurdî pêşkêş kirin. Koma govenda Komkar Bremen jî bi cil û bergên Kurdi û bi dahol û zirne bernama şevê geş kirin.

Di bernama şahîya Komkarê da dana xelatan jî hebû. Komkarê 4 kes xelat kirin. Ji wan du kes demezrênerên Komkarê Mehmet Elbistan û Pîr Riza, kedkara Komkarê Emîne Adigûzel û dostê qedima yê Komkarê Dr.Hîkmet Aga Şîkakî bûn. Mehmet Elbistan û Pîr Riza hemû jîyana xwe ji bo gelê Kurd xerc kirin. Xelata Mehmet Elbistan serokê Navenda Kurd li bajarê Bonnê Metin Încesu, ya pîr Riza jî niviskarê Kurd Murat Dagdelen, ya Emîne Adigûzel ji bo ku ne li Almanyayê bû, li şûna wê xuşka şeîid Ramazan Adigûzel Zelîxa girt. Xelata Emine Adigûzel serokê Komkarê Bekir Topgider da Zelixa Etdoger. Xelata Dr.Hikmet Aga Şîkakî jî siyasetmedarê Kurd Sîdar Bingol da.

 

Di şahîyê da li ser navê Platforma Partîyên Kurdistanî

-Hevkarî Almanya Hisam Amedî peyama Hevkarî xwend. Di şahîyê da peyama niviskarê Kurd Eskerê Boyîk, Berdevikê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Ciziri, Serokê PSK Bayram Bozyel û Serokê Konfedersyona Revenda Kurdistanî Dr. Îsmail Kamil hatin xwendin.

Di şahîyê da gelek nivîskarên Kurd standa pirtûkan vekirin. Yê ku standa pirtûkan vekiri bûn ev bûn: Murat Dagdelen, Serokê berê yê Komkarê Dr.Fikret Yildiz û Fettah Tîmar, Dogan Ceren, Osman Güden, Yusuf kaynak, Îbrahim Goroz, Selim Çûrukkaya, Seyidxan Kurej. Komkarê jî standa pirtûkan vekiribû.Di şahîye da kar ú xebata 45 salîya Komkarê da wek dia hat nîşandan.Di şahiyê da Posterên serokên serhildan û mezinên gelê Kurd, Ṣêx Said,Seyîd Riza, Qaî Mihemed, Milê Mustafa Barzanî, Îhsan Nurî, Alî şer , Zarîfe xan, Yusuf Ziya,Ehmedê Xanê, Cigerxwîn,Leyla Qaim û Jina Emîni hatibun darxistin. Peşkeşwanê şahîyê Newroz Bawer û xanim Yasemîn bûn.

 

Gelek partî, rêxistin, nivîskar û kesayetîyên Kurd hem bi beșdarî, hem bi peyamên xwe piştgirîya Komkarê kirin û 45 salîya wê pîroz kirin.

Navê wan partî,rexistin û kesatîyan û peyama wan yek bi yek biveşînin. Çend dîmen ji pîrozkirina şahîye. Partî, Rexistin û Kesayetên ku Beşdarî 45 salî ya şahîya Komkarê bun.

Hisam Amedî, Bahtayar Chonbanî-PDK-Iran, Gohar Mamo-Nunera Federesyona Kurdên Sovyet, Murat Dagdelen-Niviskar, Metin Incesu –NAVEND-Bonn,Dogan Ceren-Niviskar, Dr.Hikmet Agah Şikaki, Dr.Fikret Yildiz-Nivskar, Bayram Ayaz- Niviskar Siyasetvan, Dr Ralph Elster- CDU-Köln, Ferhad Miro, Esmat Haj Khlil, Raşhad Omar- PDPK-S, Jalal Bakir- PYDK-Sawaf Ahmad-Rexistina Senger û Peşmerge, M.Ali Yildirim-Serokê Platforma Kurden Hamburg, Yasîn Kut-SPD – Lûdensahid ,Ayfer Ersöz-SPD-Köln, Osman Gûden, Rostem Gûden-Mala Ezdai li Kalkar, Musa Ataman, Mehmet Tanriverdî- Civata Kurd li Almanya, Abdullah Cindi-Rewenda Kurdistan-Düsseldorf, Adnan Bakir, Ibrahim Masin, Sinan Uman –PDK, Ekram Ehmed-PDK S.(Partî ) Gouman Hussen -Al Partî, Mihemed Ased, Ferîd Xoce-PDK.S, Şerzad Dawood-PDNK.S, Sabrî Eryigit-PÎK, Mahmud Kalo- Parezer, Martin Bachman-Partîya Keskan-Alman, Leyla Diyofend-PAK-Rojhilat, Jasem Esmail, Slava Esmail-Komela Kurden Leverkusen, Selim Çurukkaya-Niviska Siyasetvan, Cahid Kaplan-Niviskar, Ebrahim Xhodamoradî, Cemal Velo-Encumena Hemanhendi, Hasan Kalçik, Ronîya Kalçik-Kovara Vate, Layla Mela, Lazgin Melaabdula- Civata Kurd Siegen, Hûseyîn Evin, Metin Ayyildiz, Gülabi Uyar-Şanoger, Dr.Ibrahim Husseyn, Heval Isa-PYD-S, Mustafa Tarj-Ekonomist, Neyzi Baki-Senerist, Ali Cafer-Niviskar, Xelil Armanc –Hunermend, Seyfedîn Dawo-Komela Awesta Oberhausen.Aziz Zahter- Komela pişgirîya Kurdan li Frankfurt, Abdullah Demirel-Demizeranêre Komkar-Almanya.

 

Di Pîrozkirina 45 e mîn Salvegera KOMKAR-ALAMANYA YÊ de, Axaftina Serokê Komkar-Almanya Bekir Topgider, Pîroznameyên Partî û Rêxistinên Kurdistanî, Rewnşenbîr û kesayetiyên siyasî:

 

 

Axaftina Serokê Komkar-Almanya Bekir Topgider.

Xuşk û birayên hêja,

Mevanên qedirbilind û beşdarên hêja, ez we bi navê Komkar Almanya ji  dil silav dikim, hûn hemû bi  xêr hatine.

Rêxistina me Komkar di sala 1979 da hatiye avakirin û yekemîn li diyasporayê federasyona Kurdistanê ye. Komkar 45 sal e bê westan û bê navber ji bo Kurd û Kurdistanê xebat û tekoşînê dike. Em bi xebat û tekoşîna ku Komkarê meşandiye kêfxweş û serbilind in.

Ji bo ku di nav komkarê da kar û fedekarîyek mezin kirine ez spasîya endam, alîgir û dostên Komkarê dikim.

Di pêvajoya xebata Komkarê de du hevalên me yên tekoşer û xweşmêr Ramazan Adigûzel /Alî Xoce û Hûseyîn Alî Akagunduz bi destên ajan û pravakotoran şehîd ketin. Ez wan herdu hêjayan bi rêzdarî bi bîr tînim. Ala ku wan hilgirtibû îro jî bi mêrxasî tê meşandin.

Xuşk û brayên hêja,

Hûn jî baş dizanin ku meriv nikare xebat û tekoşîna 45 salan a Komkarê li vir bi tevahî bîne zimên.  45 sal demek dirêj e û di nav wan salan da xebat û tekoşînek pir alî hatiye meşandin û dimeşe.

Lê bi kurtî be jî dixwazim hin xebat û tekoşîna ku Komkarê meşandiye li vir bînim zimên.

Herçixas endam û alîgirên Komkarê piranîya wan ji bakurê Kurdistanê bin jî, Komkarê di nav wan 45 salan da ne tenê ji bo piştgirîya tevgera bakurê Kurdistanê lê ji bo hemû beşên Kurdistanê kar û xebatek berbiçav meşandiye. Komkarê ev xebat wek erkekî niştimanî dîtiye û meşandiye.

Hevalên xoşewîst,

Komkar di nav wan salên dûr û dirûj da ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê bê nasîn li welatê Almanyayê kar û xebatên dîplomasî û lobîyê meşandiye û dimeşîne. Ji ber wê xebatê îro partîyen Alman û siyasetvanên wî welatî pirs û pirsgireka me Kurdan dizanin û kêm be jî piştgirîyê didin tekoşîna gelê Kurd.

Wek tê zanin, dijminên gelê Kurd bi sedan sal in xwestine çand, kultur, dîrok û zimanê me ji holê rakin û sîyaseta tunekirinê meşandine û dimeşînin.

Komkar li hember wê siyaseta dagîrkeran sekinî û ji bo ku gelê me çand, kultur, ziman û dîroka xwe nas bike û zindî bike kar û xebatek berbiçav meşand.  Ji bo wê jî li Almanyayê bi sedan konferans, meş, pêşangehên pirtukan li dar xist û civîn pêk anîn.

Xuşk û birayên eziz

Hûn ji baş dizanin di nav wan salên derbasbûyî da dagîrkerên Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê li hember   gelê me komkujîyên wek Helepçe, Enfal, erîşên Daîşê, raperîna 91ê, bûyera  Roboskî  pêk anîn. Komkarê ji bo wan komkujîyan rûreş bike gelek meş û grevên birçîbûne li dar xistin û bala cîhanê kişand ser wan komkujîyan.

Îro li Almanyayê nêzî 2 milyon Kurd dijîn û pirs û pirsgirêkên wan jî gelek in. Komkarê ji bo çareserîya pirs û pisgirêkên Kurdên diyaspora yê xebatek bê westan meşand û xwedî li wan derket .

Dostên hêja,

Ez naxwazim axavtina xwe dirêj bikim û we aciz bikim. Xebata ku Komkarê heya niha meşandiye ciyê kêfxweşîyê ye û ji vir û pêda jî wê bi xurtî karê xwe bimeşîne.

Carek din ez xêrhatina we dikim, silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikim.

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bijî Tevgera azadîxaza gelê Kurd ya hemû beşên Kurdistanê.

Peyama Pîrozbahiya Komîteya Giştî ya PDKê bi hilkefta 45e mîn salvegera damezrandina “Komkar”

Rêzdaran/ desteya rêvebir, berpirs û endamên têkoşer yên Komkarê, her wekî dizanin ku Komela we ya têkoşer 45 sal ji xebat û têkoşîna xwe ye xistiye li pêxemet xizmeta doza rewa ya Kurd, bi rêka girîngîdan bi beşên cuda yên civaka Kurd li derveyî welat û komkirina wan li ser bername û pirogramê rêxistineke xebatkar wekî ku navê xwe, ku xwe bi Komkar daye nasîn.

Di vê navbirê de, divê amaje bi wê yekê bikin ku Komkar wek saziyeke civaka sivîl li derveyê welat, kariye hevkarekî baş be ligel sazî û komeleyên Kurdistanî û heta ligel partiyên siyasî jî, ku navend û baregehên xwe xistiye dibin xizemta wan de li pêxemet xizmeta doza neteweyî, ji ber vê yekê ku wê taybetmendiyek xwe ya bilind heye, weke xaleke girîng û rûpeleke zêrîn tê dîtin.

Di dawiyê de, bi navê Komîteya Giştî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bi germî pîrozbahiyê li hemû xebatkarên Komkarê dikin û 45 saliya wê pîroz dikin û hêviya berdewamiyê bo kar û xebat û herwiha siberojeke geş û serkeftinê bo dixwazin.

Bi spasîve

Partiya Demokrata Kurdistana Îran                                                                                                                                                            Komîteya Giştî ya Almanya

Hezîrana 2724 Kurdî

Hevkarî ya Hêzên Siyasî Kurdistanî                                                                    

li Elmaniya

Komîteya Rêveber

Jimare/2

 

Mijar/ Peyama pîrozbahiyê

 

Peyama pîrozbahiyê ya (Hevkarî), bi hatina (45)’mîn salvegera damezrandina (Komkar)’ê:

Berêzan: Desteya Rêvebir ya (Komkar),

Di destpêkê de em bi navê (Hevkariya Hêzên Kurdistanî li Elmaniya), gerimtirîn pîrozbahiyê

pêşkêşî we û hemî endamên we yên têkoşer dikin, ku îro hûn şahiyê bi 45 salia damezirandina

rêxistina xwe dikin.

Komkar di seranserê xebata xwe ya berdewam de xizmeteke gelek ji bo doza kurdî ya rewa

kiriye, ew xizmet jî bi riya guhdan bi kultûra miletê me li dervî welat, her wiha guhdan bi

fêrkirina zimanê kurdî di nav zarokên Kurd de, û guhdan bi çîn û tiwêjeyên cûrbicûr yên civaka

kurdistan li derveyî welat, û komkirina wan li dewrî bername û pirogirama rêxistineke xebatkar

mîna Komkar, lewma di ciyê xwe de ye ku ewirekê li wan xebat û berxwedanên Komkarê bidin

ku mîna rûpelekî zêrîn ji rûpelên têkoşana vê rêxistinê ye.

Di dawiyê de em bi navê (Desteya Rêvebir), û hemî aliyên siyasî yên beşdar di Hevkariya Hêzên

Kurdistanî li Elmaniya, pîrozbahiya xwe ji were dûbare dikin bi boneya (45)’mîn salvegera

damezrandina (Komkar), û em hêviya sedkefinê ji rêveberiya vê rêxistinê re di xwazin.

Di gel silavên me yên gerim

Hevkariya Hêzên Kurdistanî li Elmaniya

Desteya Rêvebir

 

 

PÎROZBAHÎ

 

Berêzan hevalên Komkar,

bi kêfxweşî me vexwendnamya we girt, bo vê yekê em sipasiya we dikin û pîrzbahiyê li we dikin û 45 saliya KOMKAR bi dil û can pîroz dikin, bi hêviya ku Hun herweha bo xizmet berdewam bin.

Bêgoman weke em Komkar û xebatkarên wê ji sala 1979an ve nas dikin, bê kêmanî xizmeta Gelê Kurd û Kurdistanê bi hêz kirine û hîn dikin.Karê we bi hemî şêweyên ku daxwazî pê heye hatiye kirin û hêvî û behweriya me hîn bi we xurte ku Hunê vê Rêça pîroz berdewam bikin.

Em careke din sipasiya we dikin û vê Yada bi qîmet pîroz dikin.

 

Bijî xebata gelê Kurd

Bijî Komkar bo xizmeta Kurd û Kurdistan

 

Partiya Dêmokrata Kurd li  Sûriya ( partî ) 

( Nûnerîtiya Ewropa )

01.06.2024 Aachen,

 

—————

Nameya pîrozbahiyê

Hevalên Hêja di komkar de

Silav û tekoşîna biratî:

Em bi navê rexistina Ewropa ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdistana Sûriyê , bi helkefta çil û pêncemîn salvegera damezrandina Komkarê , germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikin û hêviya serkeftinê û têkoşîneke cidî dixwazin bo we , bi zanîna me ya komkar , ji bo xizmetkirina kurdên çar parçeyên Kurdistanê hatiye damezrandin û navenda we ji hemûyan re vekirî bû. Kurdan û we gelek tişt ji bo zarok, jin û gelê me yên li Elmanyayê kirin.

Em wek Şepêla Pêşerojê ya Kurdistana Sûriyê, Rêxistina Ewropî, li bendê ne ku bi we re ji bo pêşeroja gelê xwe û doza wî ya rewa karekî hevbeş bikin. Em jî dubare pîrozbahiyê li we dikin ji bo berdewamiya xizmetkirina we ji bo civaka Kurd li Almanya.

Em wek rêxistina Ewropa ya Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî we dikin ji bo vexwendina we ya dilovan ji bo beşdarbûna merasîma salvegera damezrandina Komkar , bi hêviya serkeftinên bo we dixwazin

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistana Sûriyê

Rêxistina Ewropayê

31 . 05 . 2024

 

———————

 

Peyama pîrozbahiyê

Xwişk û birayên hêja di Komkar de,

Silavên biratî û têkoşîn e ,
Em komelya ASO li bajarê Herne Elmaniya de, bi helkefta 45 saliya damezrandina Komkar kêfxweş in germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû endamên Komkar dikin, û em dirêjahiya xebata xwe ya berdewam ji bo doza rewa ya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li ber çav digrin û xizmeta we bo civaka Kurdistanê û ji ber têkoşîna wan, navenda wan ji hemû Kurdan re vebû, em we pîroz dikin ku we weke rûpeleke zêrîn ji rûpelên têkoşîna vê rêxistinê, ku em dikarin di pêşerojê de jê sûd werbigirin.

Em di Komeleya Aso sipasiya vexwendina we dikin û destê xwe dirêjî we dikin ku em bi hev re ji bo pêşeroja zarokên xwe, jinên xwe û hemû gelê xwe yên li Ewropayê bixebitin, em jî di hemû waran de ku xizmeta doza gelê xwe dikin, amade ne ku bi we re hevkariyê bikin em pîrozbahiyên xwe ji we re dubare dikin û hêviya serkevtinê û berdewamiya xebateke dursit ji we dikin û win cihê rêzgirtinêne bo me.

Komîta revebir ya komela ASO li bajarê Herne
Herne 31 . 05 . 2024

—————–

 

Pîroz be 45e mîn salvegera Yekitiya Komeleyên Kurdistan KOKMAR-Almanya

KOMKAR.e, silavek germ û gur li 45 mîn salvegera KOMKAR- Almanyayê dike û berdewamiya serketina Komkarê dixwaz e.

Kurd, bi ziman, bi çand, bi folkor û dîroka xwe ve, yek ji wan kevntirîn milletê heremê ye. Welatê me Kurdistan ku beşekî mezopotamya`yê digrê nav xwe, bûye cîh û warê gelek medenîyetan. Îro nêzî 30 milyon Kurd li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê dijîn. Lê ji hemû mafên xwe yên netewî û demokratîk bê par e. Mafê mafê zimanê dayikê ku yek ji wan mefên bingehîn ya mafê mirova ye, lê ev mafa li Tirkiyê ji bo Kurdan Tuneye.

Lewra, ji bo ku Kurd li derveyê welat bikarin ji bo gelê Kurdistan bibin pişt û pal, Kurdan di sala 1976`an de li Emanyayê çend Komeleyên Karkerên Kurdistanê damezradin. Piştî zêdebûna penaberên Kurd li Elmayayê, hejmara Komeleyan jî zêde bûn û gîhişte 20´an. Di sala 1979´an de li bajarê Frankfurtê nûnerên 20 komeleyan hatin cem hev û Federasyona Komeleyên Karkerên Kurdistan KOMKAR`ê avakirin. Îro li hemû welatên Ewrûpayê Komeleyên KOMKAR`ê henin. Ji bo ku xebatên

KOMKAR`an li Ewrûpayê hîn baştir bên koordînekirin. Di roja 17.10. 2009´an de, nûnerên Komkar`an li welatên Ewrûpayê hatin cem hev û Konferderasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpayê -KOMKAR.eu yê ava kirin.

KOMKAR.eu yê, çar karê bingehîn û esasî daye ber xwe.

Yek ji wan pirs û pirsgirekên koçberên Kurdên derveyê welat e, ya duwem pêşvebirina ziman, çand û folkora Kurdî ye, ya seyem jî piştgirîya tevgera azadîxwaza gelê Kurd li hindurê welat, ya çarem jî ji bo ku zulum û zordestîya ku li ser gelê me tê kirinê, bê deng nemîne û li derveyê walat kiryarên kirêt ya dijminê gelê Kurd teşîr bike, peydakirina dost û heval ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê li dîasporayê ye

Belê, Komkar li Ewrûpayê 45 sale ku xizmeta gelê Kurd dike. Di karê komelayetiyê 45 sal ne hindik e û lewra KOMKAR, di jiyana kurdên Ewrûpayê de cîhekî girîng girtiye. Komkar, ne tenê, ji bo mafên kurdên bakur, kar kirîye. Erkên KOMKAR´ê li hember zulum û zordariya dewletên dagîrker bê deng nemîne û piştgirîya xebata azadîxwaz a li hemû Kurdistanê bike.

Di vî warî de tu ferq û cudatîyê nexist navbeyana kurdan. Car bûye dengê kurdên rojhilat, car jî li ber derê Parlantoyên Ewrûpayê bû dengê kurdên başûr, car jî bûye pişt û pal ji bo kurdên Rojava. Car jî li hember rejîma xwîrij a Îran bûye dengê Kurdên Rojhilat.

Îro jî weha ye. Komkar, li gor aktuelbûn û girîngîya bûyeran xwe ji bo xebatê mobîlîze dikin. Şîara Komkarê her tim azadîya Kurdistanê ye. Îcar çi bakur, çi başûr, çi jîrojava û rojhhilat dibe, Qibla wî her tim Kurdistan bûye.

KOMKAR.eu, carek din 45 mîn salvegera KOMKAR-Almanyayê pîroz dike û berdewamiya serketina Komkar´ê dixwaze.

Bi silav û rêzên me

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan Li Ewrûpa- KOMKAR.eu

01.06.2024

 

Rêzdar rêvebirîya giştî ya Komkarê;

Em hemû baş dizanin,ku di nav 45 salan de,bi giştî li Awrûpayê û bi taybetî jî li Almanyayê gelek komeleyên Kurdan hatin damezrandin.
Piranîya ev komeleyên ku hatibûn damezrandin di demên cuda cuda de têk çûn û ji holê rabûn.Îro êdî navên wan jî nayên bîra kurdan.
Lê,KOMKAR li hemberî gelek astengî  û zehmetîyê,bi xebata kurdên fedakar heya îro bê sekin xizmet li doza azadîya Kurdistanê dike.
Ji bo vê jî ked û xebata Komkarê di dîroka  Kurdistanê de  cîheke giring bigre û kurd jî bi serbilindî dê behsa Komkarê bikin.
Bi hêvîya ku Komkar pêştetir  here û bi hêztir be,ez 45 salîya Komkarê bi dil û can pîroz dikim.
Bi silavên min ên germ.

Mustafa Kılıç

 

——————–

 

Bo Şahiya Pîroz Kirina 45ê Saliya Damezrandina KOMKARê

Hevalên tekoşer,

Beşdarên hêja,

Gelek spas bo dawetnama we. Min gelek dixwast di rojeka usa da ligel we bim û em bi hevra damezrandina KOMKARê pîroz bikin. Lê belê ji ber kar û barên din ez nikarim ligel we bim.

Hevalên xweşdivê

Ne hewce ye ku ez bi dur û dirêj behsa kar û tekoşana KOMKARê xebatkar bikim, ji ber ku em hemu şahîdê we xebatê ne.

KOMKAR bona nasandina pirsa Kurd di bîrûrayê Elmanya da û bi destxistina mafên mîrovî û demokratîk a Kurdên Elmanya, bona pêşxistina zîman û çanda Kurdî kar û xebatê kir û dike. Bo mîn şanazî ye, ku ez jî yekek xebatkara w bûme.

Bê guman keda hezaran Kurdên welatparêz, ku beşdarê vê xebatê bûne ciyê qedirpêzanîne û KOMKAR jî dî vê çalakiyê da xelat dide çend kedkarên hanê. Ez jî bi dil û can kedkarên xelatvergirtî pîroz dikim û minnetbar im.

Divê KOMKAR girîngiyeka pirtir bide daku xortên Kurd beşdarê siyaseta Elmanya bin.

Divê KOMKAR pirtir hewl bide, daku xebata Kurdên diyaspora rêk û pêktîr be û ber bi pêşve biçe.

Ez carekî dinê pîrozbayiya xwe pêşkeş dikim û piştrast im, ku KOMKAR ji berê bi xêztir tekoşina xwe berdewam dike.

Ezê bi gor hêz û karina xwe beşdar û piştgirê vê xabatê bim.

Bijî KOMKAR

27 Gulan 2024

Hetav Tek

Nunera Parlamentoya Herêma Bremenê

————–

Ji rêveberîya Komkarê re,

Ez di serî de xebatkar û rêveberên xebata we ya 45 salan û hemû beşdarên vê pîrozbahîyê jidil silav dikim.

Gelek spas ji bo vexwendinameya we ya nazik.

Ez gelek xemgîn im ku min nikarbû beşdarê vê pîrozbarîya we ya girîng bibim. Lê xem nake, dilê min bi we re ye.

Bi salan e ku ez xebatên komkarê bi baldarî dişipînim û nirxekî bilind didim vê xebatê. Komkar, rêxistineka demokratîk ya girîng e ku di navbera ewropîyan û kurdan de tevna dostanîyê dihûne.

45 sal in ku Komkar li Ewropayê bi her cûre xebatên xwe yên demokratîk xizmeta çand û dîplomasîya kurdî dike û kurdan bi dinyayê dide nasandin. Herweha Komkar çanda kurdan datîne ser nexşeya kurdan û dinyayê.

Ez di wê bîr û bawerîyê de me ku hûn dê van xebatên xwe yên hêja bidomînin.

Ez jidil 45-salîya we pîroz dikim û di berdewama xebatên we de ji we re serketinê dixwazim.

Silav û rêz.

Haydar Diljen

28.05.2024, Stockholm

———-

Pîroznameya Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Ji bo 45 mîn salvegera Yekitiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR-Almanya Hevalên hêja! Li ser navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Çil û Pêncemîn salvegera Komkar´ê silav dikim û serketinê jê re dixwazim. Yekitiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR-Almanya, nîv qirne ku li derveyê welat, bo pêşvebirina ziman, kultur û folklora kurdî, bo danasîna pirsa kurd û peydakirina piştgirî ji bo doza rewa ya Kurdistanê, xebatên hêja û berbiçav kiriye. KOMKAR, yek ji wan endamên esasî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ye, berdewamiya xebat û çalakiyên we, me xurttir dike. Em hêvîdarin ku hun di karên xwe yên kulturî, civakî û Kurdistanî, her usa peydakirina dost û piştgiriyek hîn xurttir bo doza Kurdistanê her berdewam bin. Her weha rolek çalaktir di nav Konfederasonê de bibînin. Carek din li ser navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, 45 mîn salvegera we ji dilve pîroz dikim û serketina we dixwazim.

01.06.2024 Silav û rêz

Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî

 

———–

Mo, 27.05.2024 07:59

Komkar’ın 45. kuruluş yıldönümünü sevgiyle kutluyorum.

 

Bu toplantıyı düzenleyenleri, toplantıya katılan bütün arkadaşları sevgiyle selamlıyorum.

İsmail Beşikci

İsmail Beşikçi
Yazar

———

MESAJ/BÛRÛSKNAMÊ

 

Ji bona Pîrozbahîya 45 salîya KOMKAR ê ;

 

Hevalên hêja û birumêt,

 

gelek sipas ji bona Dawetîya we ya hêja, ji bona Munasebeta demezirandina 45 salîya KOMKAR ê ku li Almanya ye, yê were pîroz kirin.    Birastî em pir bi dil û can û keff xweşî wek mevan beşdarî vê çalekîya demezrandina Komela we ya hêja û bi rumet   dibin.

Em wek   Platforma Kurdên li Hamburgê bi dil û can we û çalekîya we pîroz dikim û ji Komkar ê re serkeftin û serfirazî û ji hemû beşdaran rê ji şahîyekî xweş dixwazin.

Hevalên hêja, wek em gişt pê dizanin avakirinên Komelên kurdî li Ewrupa yê, ji bona me Kurdan wekê „Konsulosên“ Kurdan li Ewrupa temsîlan Kurdan dikin.   Komelên me Kurdan li Ewrupa karên Kulturi, Civakî û Diplomasi ye ji bona kurd û Kurdistanê dikin. Em baş dizanin heta anha Komelên me Kurdan gelek karên hêja û birumet kirinê û em baverin, jî anha û pevê jî hûnê jî bona rizgarîya gelê Kurd û Kurdistanê û bi taybetî ji ,ji bona  karên kulturî, civakî û  rizgarî û Azadîya gelê me çih li Welat û çih li Ewrupa  Komela we û hun ji, yên wan  karê heja û birumet bi meşinên.

 

Em carek din wek Platform Kurdên li Hamburgê, ji bona kar û xebatên   we yên hêja û birumêt we piroz dikin û ji bona vê çalekîya we hêjaya 45 salîya Komkarê    serkeftin û serfirazi dixwazin.

Bijî Kurd û Kurdistan

 

Bi silaven biratî

 

  1. Ali Yildirim

 

Serokê Platforma Kurdên li Hamburgê

————–

 

Keke delal, ez gelek sipas dikim û ji rexistin û xebata weya piroz ra serkeftine dixazim.

Xwezi derfeta min hebuya û ez beştare civina we ya bi qimet û bi rumet bivama. Ez geleki buharım ku Hun ji bo kurd û kurdistane, li dervaye welat xebateki gelek bi qîmet û baş dimeşinin. Ji bo vî qase ez disa ji were serkeftin dixwazim û ji bo ne beştarbuna xweya civine. ji we, ji xebatkare komkare û e beştare cîvîne bune leborin dixwazim.

Slav û hûrmete xwe pêşkeşen we hemuyan dikim.

Abdulbari Han

Gimgim (Varto)

————–

Komkar

KomelakarkerênKurdli navendaAlmanyaavabûlê bi gelemperî li Ewropadihatenasîn. Nêzî 50 salderbazbûyeku min gelektiştjibîrkirine. Bawerdikimtêkiliya wan bi AKSA re hebû. Wêdemê li Ewropa du rêxistinênKurdhebûn KSSE û AKSA yênKurdênbaşûrbûn. Eger şaşnebimjiMunihdestpêkir bi navê HEVRA paşêhatin li Frankfurt navêKomkarrêxistinekdanînkubawerdikimhemûjîjiKurdênbakurbûn.Başnizanimbawerdikimsal 1979 bû û ez bi xwejîwêrojê di civînêdeamadebûmku min gelekji wan nasdikirin. EvanahîmêKurdayetîyê li Ewropadanîn bi rastîjîdilsoz û fedakarbûn. Çendji wan navbibêjimBeko (yamezin) paşêBeko (yapiçûk) Sertaç, Xaço Mehmet (elbistani) du bira li Frankfurt Avdo û îzedîn, Miraz, Pîro, Nazmî û Gulê û gelekînku min navê wannihajibîrkirine. Ez bi xwe KSSE bûm û paşêligelrehmetîHemreşReşo me BAHOZ ava kir lêbelêtêkiliya min timûtim bi Komkar re hebû. Komkargelekaktîvbûçalakiya wan bi siyasîcivakîzêdeyî bi çandî (kulturî) navûdengbû. Bi sedan kasetênmuzîk, pirtûkbelavok û tiştêndinbelavdikirinfolklorekîgelêrîdimeşandinbawerdikimçendcar li Almanyafestiwalekîtaybetî da derecejîgirtin. Wekîberpirsêndewletekîdixebitîn û kêfa min gelekji wan ra dihat. Kovarekpiçûk bi navêdengêkomkarbelavdikirinheta min jîewkovar li Holandabelavdikir. Carê min jînivîsektêbelav kir kubîramindaye min gotîbû “komkarkaniyaKurdîyeemavêjêvedixwin” . Çawabûnizanim min carêdît bi RIYA AZADî re têkilîçêkirine û du hevalênhêjajî min naskirinşoreşger Aydin ûçar û ÎhsanAksoy. (Ez li virserêxweditewînimji bo gorbehiştrehmetîÎhsanAksoy). Çendkesênji wan başnizanimlêgelekberhemênhozan û nivîskarênKurd bi alîKomkarhatineçapkirinkomkararikariya wan kiriye û ewmeşhûrkirine. Yekjiwan Ferhenga D, Îzolî û M. EmînBozaslan. BerhemênKomkarkitêbxanekîtijîdikin. EzwekîKurdekîspasdariya wan im.

Lilivirhewcedikekubêjiman na. Komkardawî bi destêKurdhatelawazkirincîhbecîhhatebelavkirinpaşêhedîhêdîpiçûkbû. Komkartûşîxiyanetekîmezin hat. Ez ne endamêKomkarbûm, ezyekjiendamê KSSE û BahozbûmlêwekîendamekîKomkardijiyam û lawazbûnaKomkarezgelekêşiyam û şkestim. PaşêKomkar û partiya wan da jîdubendîçêbûewjîqederaKurdyadîrokîye. Niha min bihîstKomkardîsagehîştiyehev, gelekdilxwaşbûm hun her bijîn, gelêKurdbendewarê we ye.

  1. Îzolî

Holanda.

———–

Birêzan

Endam û damezirênerên Yakîtiya Komelên Kurdistanê (Komkar) li Almanya!

Silav û rêz

Ji Qamişlo, ez 45 saliya damezirandina Yakîtiya Komelên Kurdistanê (Komkar) li Almanya pîroz û bimbarek dikim. Komkar, eva ku 45 salan ve xizmet û parastina beşekî mezin ji hebûna kurdên penaber û koçber li Almaniya dike û di encam de, ew di çarçoveke kurdewariyîya resen de parastine û hiştine. û hê jî di karê xwe de berdewam e..

Di baweriya min de, ev karekî niştimanperwerî ye. Hêjaye pesin û şaşbaşê. Her bijîn. Careke din we pîroz dikim û bi hêviya berdewamiyê. Xwezî min karîba beşdar bibim!

Konê Reş

Qamişlo 8.5.2024

—————–

RÊVEBERÎYA GIŞTI YA KOMKAR ê

Ez weka Kurdêkê 87 salî 45 salvegera mezrandina KOMKAR ê û xebatên vî dezgeyê ku eva 45 salın bê betlane xebateke pîroz di warê çand û hüner û dîroka miletê Kurd da dimeşînê pîroz dikim, ji hemî xebatkar û piştevanên vê komelgeyê ra rêz digirim û ji ber vexwendina we ya ku we min vexwendîye vê şolena pîroz bo xwe weka serbilindîyek dipejirînim û dixwazim ku serkeftinên we di warê ziman û weşan û xizmeta çandî da bi vî rengî, bi vê meşe, bi saxî û selametî dom bikin.

Xizmeta KOMKARÊ li pêş çavên min xizmetek milli ye, welatî ye, di riya azadî û aramîya millete Kurd da bi dilxwazî û delalîya HAWAR û Ronayî yê dimeşê û wê her bimeşê…

Carek jî selam û hurmetên xwe bo hemû xebatlarên KOMKARÊ peşkeş dikim, serkeftinê bo we daxaz dikim û baweriya xwe bi we tînim ku xebatên we her û her berketî bin. Hîvîdarim em hemî ligel hev rojên xweş bibinin.

19.05.2024 – Şakir Epözdemir

————–

 

Rêzdar Bekir Topgider

SerokêYekîtîyaKomelênKurdistan li Elmanya/KOMKAR

Heval û dostênhêja,

Endam û rêvbirênKOMKARêyêngiranbuha,

Kurdistanîyêndelal,

Ez li ser navêhemî endam û rêvebirênpartîya me (PartîyaSosyalîsta a Kurdistan) wehemîyanbi dil û can slav dikim.

45 SalîyaKOMKARêbihestênherîgerm û têkoşeranepîroz dikim.

Her wisapirozbahîyê li hemîdamezrêner, endam û kedkarênfidekaryênKOMKARê dikim.

Min pir hezdikirku ez rasterastbikaribimbeşdarêşahîyajibo 45 SalîyaKOMKARêbikim û bibim şirîgêşahî û kêfxweşîyawe.

Lê ji ber hinek karên me yên acîl ezê nikaribim beşdar bim.

Ji ber vê yekê jî xemgîn im.

Heval û dostênezîz.

Doza azadîyamiletêKurd û Kurdistanêdozekêgelekbizehmet e, lêewqasajîpîroz e.

Yek jirêxistinekêjibovê doza pîrozbênavber û bibiryarîxebatkirirîye KOMKAR e.

KOMKAR berhemaked û xebatabi deh hezaranjin û mêrênbixîret, keç û xortênfêdakar e. Bi deh hezaranKurdbiarîkarî, xwêdan û piştgirîyekêbê hempa KOMKARê li ser piyan hêştine û hetarojaîroyîn anîne. Em jiwankedkarênwelatperwer û xîretkêşraçiqasîspasbikin hindik e. Şiktuneyekuev ked, xîret û cangorîdêdidîrokagelêKurd dabiherfênzêrînbênnivisîn.

Gêlîxwuşk û birayêntêkoşer.

Piştêbexwedanadusedsalî ya dijê kolonyalizmê, têkoşîna ji bo azadîya miletê Kurd û welatê me Kurdistanê îro jî berdewam e.

Hêzên kolonyalist di sed salîya borî da ji bo têk birina îrade û baweriya me bişkînin tu rê nema ku neceribînin. Li tu car situ li me xwar nekirin û dê nekin jî.

Em miletekê qedîm in. Doza me dozekêrewa ye. Em xwedî miratekê kur û dewlemend in.

Sedsala 21an wê mutleqa bibe sedsala Kurdan.

Em ê bi hevra têbikoşin û bi hevra serkevin.

Her bijî KOMKAR. 24.05.2024

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê Partîya Sosyalist a Kurdistan

(PSK)

——————

Kongra Komkarê Pîroz Be

Ez bi dilgermî û bihestên Kurdewarî kongrawe ya 45 e min pîroz dikim, serkeftinê ji xebatawe re dixwazim. Ez baş dizanim ku Komkar liseranserê Ewrûpa jibonaKurd û Kurdistanê, jibona Zimanê Kurdî bi salan e xebatên gelek hêja kirine. Ez hêvi dikim ku ev xebatên we her berdewam bin.

Hevalên Hêja!

Jibona miletê Kurd, himli welat û him jî li Ewrûpa pirsa sereke îro pirsa zimanê Kurdî ye. Ji bo pêşêrojaxwedivêem hemû hêzênxwe li dijî asimîlasyona Kurdan bixin navatevgereke civakî. Divê em hergav kultura Kurdî liderveyî welêt jî zindî bihêlin. Kultur û zimanê xwe pêşde bibin. Jibona mafê ziman, ji bona statuya Zimanê Kurdî, ji bona fermîbûna Zimanê Kurdî, ji bona perwerde bi Zimanê Kurdîdivê em Kurd hevbeş bibin.

Ji bovê armancê xebatê bikin. Dipir saziman de divê em hêza xwe bikin yek û doza mafê perwerde û fermîbûna Zimanê Kurdî bikin. Di pirsa ziman de hevbeşbûn helwestahelî baş e. Ji ber ku Zimanê Kurdî zimanê hemû Kurda ye, Zimanê Kurdî hebûna me ye, rengê me ye, taca serê me ye, nasnama me ye.Divê em bi hemû awayan zimanê xwe biparêz in.

Gava ku zimanê Kurdî têk biçe, em ê weke miletê Kurd jî roj biroj têk biçin. Emê gavbigavtune bibin. Heke em naxwazin bibin qatilê miletê Kurd divê em xwedî li zimanêxwe derkevin, hewl bidin zimanê xwe bixwînin, binivîsînin, biaxivin û Kurdan ji pêvajoya asimîlasyonê rizgarbikin.

Bila hemû dinya baş bizani be; em Kurd in, zimanê me Kurdî ye û welatê me jîKurdistan e!

Silav û rêz, serkeftin her ya we be…

Berdevkê Platforma ZimanêKurdî.

Şerefxan Cizîrî

————–

Rêvabirya giștî ya KOMKARȆ

Hevalên qedirbilind, Beșdarên hêja

45 sale, KOMKARÊ li dervayî welêt, têkoșîneke bê rewastandin, hêja   daye ji bo çareserkirna pirsa kurd û Kurdistanê, xweyî derketina mafê gelê Kurd li dîasporayê, parastina ziman û çanda kurdî.

Têkoșîna we pîroz û ciyê șêkirdaryê ye.

Salên dirêj hevaltî- dostanîke bêqelp û germ navbera min û KOMKARȆ da hebûye. Bi wê dostanyê ez serbilind im.

Ez rêvabirya giștî ya Komkarê, beșdaran silav dikim û Karê Konfêransê ra serkeftinê dixwazim.

 

Bi silavan

Eskerê Boyîk

24.05.2024

——————

 

Birêzan,

Spas ji bo vexwendinê. Mixabin em nikarin beşdar bibin. Em ji Yekitîya Komelên Kurdistan li Almanyayê xebata we de serkeftin dixwazin û 45 saliya wê pîroz dikin.

Silav û rêz

Berzan Kockaya

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

———-

Berpirsiyarên hêja yên Komkarê,

 

Ez ji xizmet û xebata Komkarê ya demdirêj agahdar im. 45.salîya avabûna wê pîroz be.

Hêvîdar im hûn tim serketî bin.

 

Malmîsanij

———–

Rayberîya Komkarî rê

Verê her çîyî ez serrgêra 45. ya ronîyayîşê KOMKARÎ pîroz kena. Rayberan ra heta kedkaran, heme zehmetkeş û dilsozanê KOMKARî rê sipas kena ke şima Ewropa de kurdan rê yew organîzasyono winasî yo girîng, bierj û faydeyin dayo qezenckerdiş. Xebatê ke KOMKARan kerdo û do naye ra pey zî bikero muhîm ê û layîqê teqdîrkerdişî yê. Çi heyf ke firsendê mi çin bî ke ez ewro na pîrozbahî de şima mîyan de ba, la ma ruhen pîya yê. Pêro rayberan, xebatkaran û mêmanen rê zaf selamî kena. Biciwîyo KOMKAR! û pîrozbahîya şima bi keyf û coşî bivîyaro.

Mutlu Can

Nuştox û mamostayê kurdkî

Îstanbul.

————

Nameyeke Pîrozbahiyê

Di rojeke wek îro de berî çil û pênc salan, hejmarek ji welatparêzên kurd saziya xwe ya bi navê “Komkar”, wek bersivdana pêwîstiya hebûna saziyeke kurdî bû.

Gelek astengî ketin riya Komkarê de, lê wê karîbû bi xebata xwe  ya kurdperwerî ya pak û paqij, wan astengiyan li paş xwe bihêle û xizmeta gelê xwe di gelek waran de bike, çi di warê civakî de be yan di yê siyasî û netewî û rewşenbîrî de .

Di 45 salên bûrî de, komkarê gelek çalakîyên hêja û xwedan-bandor ên berçav li darxistin, û bi awayekî komelgehî yê hevseng li Almanya û Europa karê xwe bi rêvebir û hînjî berdewam e.

Em wek Partîya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, di dema em pîrozbahiya Komkarê di salvegera damezirandina wê ya 45 emîn de dikin, û hîviya serkeftin û berdewamiyê ji karê wê yê pîroz re dikin, di heman demê de em destê alîkarî û hevkariyê ji komkarê re dirêj dikin, bi armanca xurtkirina karê wê yê di ber bercewendiyên gelê kurd ên bilind de.

Pêşveçûn ji karê Komkarê re.

Serkeftin û çareserî ji kêşeya kurdî ya rewa re.

Partîya Demoqrat a Pêşverû ya kurd li Sûriyê

Rêxistina Almanya

—————

بابەت/ پەیامی پیرۆزبایی پەیامی پیرۆزبایی “هاوکاری هێزە کوردستانییەکان” بە بۆنەی یادی ٤٥ ساڵەی دامەزراندنی “کۆمکار” : بەرێزان/ دەستەی بەڕێوەبەری “کۆمکار”، سەرەتا بە نێوی “هاوکاری هێزە کوردستانییەکان/ لە ئاڵمان” گەرم ترین پیرۆزبایی خۆمان ئاراستەی ئێوە و هەموو ئەندامانی تێکۆشەرتان دەکەین کە لە ئێستادا یادی ٤٥ سالەی دامەزرانی رێکخراوەکەتان جێژن دەگرن. کۆمکار لە ماوەی تەمەنی خۆیدا بە هەوڵ و تێکۆشانی بەردەوامی خزمەتێکی زۆری بە دۆزی ڕەوای کورد کردووە، ئەو خزمەتەش لە رێگای پەرەدان بە فەرهەنگ و کلتور نەتەوەکەمان لە تاراوگە و هاوکات گرینگی دان بە پرسی فێرکردنی زمانی کوردی لە نێو مندااڵنی کورد، گرینگی دان بە توێژە جیا جیاکانی کۆمەڵگای کوردستان لە تاراوگە و هاوکات کۆکردنەوەیان لە دەوری بەرنامە و پرۆگرامی رێکخراوێکی خەباتکاری وەک کۆمکار دا خۆی پێناسە دەکات. هەر بۆیە جێگای خۆیەتی ئەو هەوڵ و تێکۆشانەی “کۆماکار” وەک الپەڕەیەکی زێڕین لە تێکۆشانی ئەو رێکخراوە دا چاوی لێ بکرێت . لە کۆتاییدا، بە نێوی “دەستەی بەڕیوەبەری و سەرجەم الیەنە سیاسیەکانی بەشدار لە هاوکاری هێزە کوردستانییەکان” پیرۆزبایی دوبارەی خۆمان بە بۆنەی یادی ٤٥ساڵەی دامەزاندی “کۆمکار” رادەگەیەنین و هیوای سەرکەوتن بۆ بەەرێوەبەرانی ئەو رێکخراوە دەخوازین . بە سپاسەوە هاوکاری هێزە کوردستانییەکان لە ئاڵمان دەستەی بەڕێوەبەری پ

Hevkarî

————-

Birêzan

Birêzan Rêveberiya giştî ya Komkarê Me Vexwendina we ya ji bo pîrozkirina 45 salîya Komkarê wergirt,em gelekî kêfxweş bûn. Komkar di van 45 salan de li Ewropayê ji bo gelê Kurd gelek kar û xebatê giranbiha kiriyê. Komkar heta niha ji bo ziman, çand, huner û çereseriya pirsgirekên gelê Kurd kar û xêzmetê giranbiha meşandin hîn jî di meşînê. Em we bi dil û can silav dikin,di kar û xebatê weyê Pîrozda berdewamî û serkeftin dixawazin.

Serokê Giştî PÎK- Partiya Îslamiya Kurdistan

Hikmet Serbilind

————

PÎROZBAHÎ

Berêzan hevalên Komkar,

bi kêfxweşî me vexwendnamya we girt, bo vê yekê em sipasiya we dikin û pîrzbahiyê li we dikin û 45 saliya KOMKAR bi dil û can pîroz dikin, bi hêviya ku Hun herweha bo xizmet berdewam bin.

Bêgoman weke em Komkar û xebatkarên wê ji sala 1979an ve nas dikin, bê kêmanî xizmeta Gelê Kurd û Kurdistanê bi hêz kirine û hîn dikin.Karê we bi hemî şêweyên ku daxwazî pê heye hatiye kirin û hêvî û behweriya me hîn bi we xurte ku Hunê vê Rêça pîroz berdewam bikin.

Em careke din sipasiya we dikin û vê Yada bi qîmet pîroz dikin.

Bijî xebata gelê Kurd

Bijî Komkar bo xizmeta Kurd û Kurdistan

Partiya Dêmokrata Kurd li  Sûriya ( partî )

( Nûnerîtiya Ewropa )

————–

 

Nameyeke Pîrozbahiyê

Di rojeke wek îro de berî çil û pênc salan, hejmarek ji welatparêzên kurd saziya xwe ya bi navê “Komkar”, wek bersivdana pêwîstiya hebûna saziyeke kurdî bû.

Gelek astengî ketin riya Komkarê de, lê wê karîbû bi xebata xwe  ya kurdperwerî ya pak û paqij, wan astengiyan li paş xwe bihêle û xizmeta gelê xwe di gelek waran de bike, çi di warê civakî de be yan di yê siyasî û netewî û rewşenbîrî de .

Di 45 salên bûrî de, komkarê gelek çalakîyên hêja û xwedan-bandor ên berçav li darxistin, û bi awayekî komelgehî yê hevseng li Almanya û Europa karê xwe bi rêvebir û hînjî berdewam e.

Em wek Partîya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, di dema em pîrozbahiya Komkarê di salvegera damezirandina wê ya 45 emîn de dikin, û hîviya serkeftin û berdewamiyê ji karê wê yê pîroz re dikin, di heman demê de em destê alîkarî û hevkariyê ji komkarê re dirêj dikin, bi armanca xurtkirina karê wê yê di ber bercewendiyên gelê kurd ên bilind de.

Pêşveçûn ji karê Komkarê re.

Serkeftin û çareserî ji kêşeya kurdî ya rewa re.

Partîya Demoqrat a Pêşverû ya kurd li Sûriyê                                                       Rêxistina Almanya

……………….

Kek Bekir, dem baş. Ez bi şandina vexwendina beşdariya pîroziya damezirandina KOMKAR kêfxweş bûm. Bêguman KOMKAR li derveyî welat, ji bo bidestxistina armanca pîroz kar û xebatên pir hêja kirine. Mixabin wext ji min re ne musaîd e. Mecala beşdariyê bi destê min naket. Ez ji KOMKAR re, ji Cenabê te re, ji hemû damezrêner, birêvebir, endam û piştevanên KOMKAR re serkeftin û serfîrazî dixwazim. Bi hêviya yekîtiya miletê kurd, bi hêviya bidestxistina armanca pîroz. Digel rêz û silav.

Şefîk Kaya, Stockholm

27.5.2024

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin