Îro 11 Gulanê 2024 Serokê Komkar-Almanya Bekir Topgider, bi heyetekê serdana Komela Mala Ezdaî li Bajarê Kalkarê kir. Serdana heyeta Komkarê ji alîyê Pîr Îbrahim, serokê berê Osman Guden û çend rêvebirên mala Ezdaî hatin pêşwazîkirin.

Herdu alîyan di derheqa kar û xebata sazîyan û li ser rewşa Kurdên Ezdî bi berfireyî sekinîn û sohbetek gelek baş kirin.
Ev hevdîtin bi atmosferek germ û dostane pêk hat û di dawîyê da herdu alîyan ji hev xwestin ku ev peywendîya di navbera herdu sazîyan da her berdewam be.