Dagîrkerên Kurdistanê bi taybetî jî dewleta Tirk ji avabûna xwe heya îro bi çavekî terorê li mesela Kurd û Kurdistanê dinere. Tevgerên azadîxwaz ên Kurd her tim wek terorîst nîşan dide. Ew bi van derewan raya giştî ya cîhanê dixapîne û di karê dîplomasîyê de bi wan derewan sîyaseta xwe dimeşîne.
Beşa 4.e min
Bekir Topgider
Komkarê ji bo ku bibe deng û awazê gelê xwe û derewên dewleta Tirk vala derxînê, ji raya giştî ya cîhanê ra bibêje gotinên dewleta Tirk ne rast in û rewşa welatê xwe û zilma ku li ser gelê Kurd tê kirin ji raya giştî ya dinyayê re bide zanîn, xebata dîplomasî û lobîyê jî kir. Bi hemû partîyên sereke yên sîyasî, rewşenbîr, rêxistinên demokratîk û dêrên Almanya ra têkilî û peywendî danî. Kovarek mehane bi navê Komkar Înfo û Buletîn Kurdistan derxist û ew kovar bi rêka postê digihand sazî, partî û rêxistinên Alman. Bi rêka wê kovarê li her çar beşên Kurdistanê çi dibe û çi bûye ew sasî agahdar dikirin. Ji alîyê din di derheqa bûyerên ku li Kurdistanê diqewimîn rapor amade dikir û belavok derdixist. Piştî ku xebatên dîplomasî û lobîyê hatin kirin, partî, sazî û sîyasetvanên Alman bi Komkarê ra tekilî danîn û dihatin şev û kongreyên Komkarê, piştgirîya xwe ji bo tevgera azadîxwaza Kurd nîşan didan. Partîyên herî mezin û kevnar wek partîya SPD, Kesk û CDU, dêr û sazîyen rêxistinên paraztina mafên mirovan û partîya Komunîst dihatin çalakî û kongreyên Komkarê diaxivîn. Komkar bangî kongre û çalakîyên xwe dikirin.
Wek min li jor jî anî zimên, dewleta dagîrker a Tirk sîyaseta xwe bi derewan meşandiye. Serhildana ku Kurdan kiriye û hatiye kirin jî wek serhildanên paşverû û terorîst bi nav dikir. Komkarê ji bo ku gelê me dîrok û serhildanên xwe bizane, kar û xebatek hêja meşand û dimeşîne. Ji bo serhildanên wek serhildana 1921 Koçgîrî, serhildana 1925 Şêx Saîd, 1927 serhildana Agrî û 1937/1938 serhildana Dersimê li seranserê Almanyayê konferans û civîn li dar xist û gelê me di derheqa armanca wan serhildanan da agahîyên berfireh da gel û gel di wî alî da hişyar kir.
Dagîrkerên Kurdistanê li ser ziman û çanda Kurdan jî sîyasetek tunekirinê meşand û dimeşîne. Zimanê Kurdî heya çend salan qedexe bû. Kesên ku bi zimanê Kurdî biaxive dihat cezakirin û dihat zindankirin. Li hember çand û folklora Kurdan jî sîyasetek qirêj dimeşand. Wexta derdiketin şev û festîvalên navdewletî folklora Kurdî dilîztin û digotin ev folklora Tirkan e û xwedî lê derdiketin. Komkarê ji bo ziman û folklora Kurdî jî xebatek berbiçav meşand. Li hemû komelên Komkarê grûbên folklorê pêk anîn û ji wan grubên folklorê hin grûp bi navê Kurdistanê derketin qadan, derketin festîvalên navdewletî û xelat girtin. Konsolê Tirkan ji wê xebatê pir aciz bû û hemwelatîya Tirkîyê ji hinek berpirsên grûbên Komkarê hat girtin û wan hevalan bi salan nikarîbûn herin welêt û bên.
Dewleta Tirk ne tenê ji berpirsên hin grubên folklora Komkarê , ji hemu xebatên Komkarê pir aciz bû û nasnama bi dehan hevalên Komkarê ji wan girtin û ew ji hemwelatîya Tirkîyê hatin derxistin.
Xebata pêşangeha pirtûkên Kurdî
Komkarê li Almanyayê demek dirêj festîvala pêşangeha Kurdî pêk anî. Wexta yekemîn car Komkarê xwest festîvala pêşangeha pirtûkên Kurdî li bajarê Kolnê li dar bixe, konsolosê Tirkîyê jê haydar bû û cîyê ku Komkarê ji bo pêşangehê îcar kiribû xwest bide girtin. Konsolos ji berpirsên cîh ra name şand da ku pêşangeh neyê çêkirin. Berpisên ku ji bo pêşangehê cîh dabû Komkarê daxwaza konsolosê Tirk red kir û bi dehan çapxanên Kurdî beşdarî pêşangeha Komkarê bûn. Di wan pêşangehan de hin çapxanên Kurdî hatin xelatkirin.
Ew weşanxane ev bûn: Weşanxana ARAS li Hewlêrê, Weşanxana APEC li Stokolm û Weşenxana DENG li Amedê .
Dumahîk heye….