Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Rojavayê Kurdistanê ji bîr nekin!

Hukumeta Tirkiyê di şerê Hamas ya Filîstînê û Îsraîlê de gelek dilşewate. Kuştina xelkê sivîl şermezar dike. Bo rawestandina şer, aramî û ewlekariya heremê, çareseriyek du dewletî ango dewleta Filîstîn û Îsraîlê pêşniyar dike.

Lê bi xwe jî alozîya li heremê ji xwe re firsendek dibîne û bi   hebûna PKK´ê li rojavayê Kurdistanê ji xwe re hincetan çê dike û êrîşên xwe yên hewayî û bejayî li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

Tirkiye piştî teqîna Enqereyê ya 1ê Cotmeha 2023´an de,  êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê zede kiriye. Hemem hema her roj bi Droner û topan ve rojavayê Kurdistanê topbaran dike. Di erîşên ya berî hefteyek de li rojava Kurdistanê gelek xelkê sivîl jin û zarok hatine kuştin û birîndar kirin. Dibistan, mizgeft, şebekeyên av û elektrîkê hatine bombebaran kirin, xelkê herêmê bê av û elektirîk hiştine.

Em erîşên Tirkiyê li ser Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.  Tirkiye ji dewletê hawîr dora xwe re behsa aşîtî û ewlewîyê dike, lê ew bi erîşên li ser Kurdistanê ve him rewşa Kurdistanê û him jî ya Tirkiyê dixe nav alozî û xeterê.

Em bangê hukumeta Tirkiyê dikin ku erşên xwe yên li ser Kurdistanê rawestîne, bo naskirin û rêz girtin li mafê rewa yên gelê Kurdistanê, gavên demokratîk bavêje. Riya demokratîk bigre û çareseriya pirsa Kurdistanê bike.

Em di wê baweriyêda`nin ku bê çareseriyek bi edalet ji bo pirsa Kurdistanê, meriv nikare behsa aşîtî û aramiyê li heremê bike.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bang li raya giştî ya cîhanê dike ku li dijî êrîşên bê sînor ya dewleta Tirikiyê, bê deng û bê helwest nemînin. Piştgiryên xwe bo tekoşîna rewa ya gelê kurd nîşan bidin.

20-10 2023

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin