Ziman
Cihê Zimanê Kurdî Di Nav Zimanên Hindî û Ewropî De
Wek tê zanîn, zimanê kurdî yek ji zimanên Hindî û Ewropî ye û di nav beşê zimanên Îranî decî digire. Kok û jêdera tevayiya zimanên Hind-Ewropî, zimanê Sanskrîtî ye. Ev ziman, zimanekî pir dewlemend bûye û bi dîtina dîrokzanan û zimanzanan, çend hezar sal berî mîladî li herêma başûrê Asyayayê, li Hindîstana mezin a wê demê bi kar hatiye anîn, pê hatiye peyivîn.
Paşê, gelek mirovên ji başûrê Asyayayê ji wir cîhil bûne, koç kirine û ber bi rojava çûne. Di vê koçê de hin ji wan gihane herêma ku jê re Îran hatiye gotin, paşê jî bûye Kurdistan û Pars (Fars). Hin ji wan ber bi bakurê rojava, hin jî ber birojava çûne û gîhane coxrafyaya ku paşê navê wê bûye Ewrûpa. Bi vî awayî, ji hev qetiyayî û belav bûne û li van herêman bicî bûne.
Ji ber ku ji hev belav bûne, bi derbasbûna demên pir dirêj dirêj, peyvînên wan da gelek guhartin peyda bûne û her yek ji wan awayên guhartî, li herêmek cî girtiye û bere bere bûye zimanekî serbixwe.
Aha zimanên ku ji tevayiya wan ra “zimanê Hindî-Eewropî” tê gotin, bi wî awayî hatine meydanê. Ji ber ku hin ji van mirovan liherêma Hindistanê mane û hin ji wan jî çûne gihane Ewropayê û li wir bicî bûne, ji tevayiya zimanên wan ra “zimanên Hindî-Ewropî” hatiye gotin; yanî zimanên ku ji Hindistanê heta Ewropayê belav bûne û bi cih bûne. Bi wî awayî, ew nav ji tevayiya wan zimanan ra bûye navekî zanyarî yê muşterk.
Mirov dikare tevayiya zimanên Hindî-Ewropî bişibîne dareka pir pir mezin mezin a ku gelek gulî û şaxên wê hene, her beşekî wan zimanan ji bişibîne gulîyeka wê darê, her zimanek ji zimanên wan beşan jî bişibîne şaxeka wê guliyê.
Ew dara mezin pênc guliyên sereke didêre, yanî pênc guliyên wê yên sereke hene. Bi peyveka vekirîtir, di zimanê Hindî- Ewrûpî da pênc beşên sereke hene. Ew beş, evên ha ne:
- Beşa Hindî. Zimanên ku li Hondistana îroyînn û li hin welatên derdora wê yên wek Bangladeş, Nepalê, Pakîstanê û Srî <lankayê tên peyvîn, hemî di nav a beşê Hindî da cî digirin û her yek ji wan şaxeka wê guliyê ye.
- Beşê Îranî. Zimanên Kurdî, Farisî û Belûcî di nav a beşê Îranî de cî digirin û her yek ji wan, şaxeka wê Gulîyê ye.
- Beşê Cerenî. Zimanên Almanî, Îngilizî, Holandî û zimanên welatên Skandînavyayê di nava beşê Cermenî da cîhdigirin û her yek ji wan, şaxaeka wê guliyê ye.
- Beşê Latînî. Zimanên Fransizî, Îtalî, Îspanî, Portekîzî û Romanî di nava beşê Lattînî da cî digirin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
- Beşê Slavî. Zimanên Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Makedonî, Sirbî û çendên di di nava beşê Slavî da cî digirin û her yek ji wan şaxeka wê gulîyê ye.
Zimanên Yunanî, Ermenî û Albanî (Arnawudî) jî sê zimanên Hinî-Ewrpî ne. Lê bi çi beşek ji wan ve ne girêdayê ne; yanî ne şaxên yekê ji wan gulîyan in. Ew her sê ziman yekser bi dara hindî- Ewrûpî ve bendkirî ne , girêdayî ne. Bi peyveka dî, her yek ji wan, şaxeka xweser a wê darê ye û yekser ji qurma wê darê veqetiyaye.
PEHLEWÎ/KURDÎ
Li gor tespîtkirina dîrokzanan û zimanzanan, piştê derketina gelek mirovan ji herêma Hisdistana mezin a berê û belavbûna wan li rojava û bakûrê rojava, yek ji zimanên ku ji Sanskîrîtî zaye û bûye zimanekî xweser, zimanê Avestayî bûye.
Lê belê ji wî zimanî, tenê kitêba ”Avesta” yê ya dînê Zerdeşt maye û gîhaye dema me. Ji bilî wî wê kitêbê, cî tiştekî nivîskî ji zimanê Avestayê nemaye.
Ji zimanê Avestayî ji zimanê Pehlewî zaye. Pehlewî, zimanê dewleta Medyayê bû ku di dema xwe da împaratoriyeka mezin bûye. Ji mirovên wê dewletê ra jî ”Med” hatiye gotin. Li gora dîtina dîrokzanan, Med pêşîyên Kurdan bûne. Bi peyveka dî , Kurd nevîyên Medan in.
Zimanê Pehlewî, wek zimanê peyivînê nemaye û negîhaye vê demê demê. Tenê hin belge û tiştên dî yên nivîskî ji wî zimanî mane û gîhane vê demê. Ew belge û tiştên nivîskî, di hin kitêbxane û arşîvên Îranê d hatine parastin û bi wî awayî gîhane dema me. Ji bilî wan belgeyan, hin kevirnivîsk, nivîsarên li ser keviran jî bi zimanê Pehlewî hatine hatine nivîsîn û ji dema Medan mane. Ew kevirnivîsk, li herema Hewraman a başûrê Kurdistanê ne.
Mirov dikare zimanê Pehlewî bişibîne zimanê Latînî. Zimanê Latînî yek î wek zimanê peyvînê nemaye û negîhaye dema me. Lê wek ku li jor hat dîyarkirin, ji wî zimanî pênc ziman zane û gîhane dema me. Her wisa , gelek belge û tiştên nivîskî yên dî yên Latînî jî di arşîv û pirtûkxaneyan da hatine parastin û gîhane vê demê.
Zimanê Pehlewî, ji alîyê zimanzanan ve jêder û serçavîya zimanên Kurdî û Farisî û Belûcî tê qebûlkirin. Yanî ew her sê ziman , ji zimanê Pehlewî zane û peyda bûne. Bi derbasbûna demê, Pehlewî ji meydanê rabûye û winda bûye; Kurdî, Farisî û Belûcî jî bûne sê zimanên cuda , her yek ji wan bûye zimanekî xweser, her yek ji wan ketiye kiras û qalibê xwe û navê xwe girtiye.
Ji ber ku jêder û serçaaviya zimanên Kurdî û Farisî zimanê pehlewî ye, kokên gelek peyvikên kurdî û Farisî digîjin zimanê Pehlewî. Bi peyveka dî, gelek peyvik ji zimanê Pehlewîmane û gîhane zimanên Kurdî farisî tev. Peyvikên wisa, di her du zimanan da muşterek in. Hin ji wan peyvikên muşterek, di her du zimanan da tam wek hev in, neguherîne. Wek ”azad”, ”dest”, ”yek”, ”deh”, ”sed” û wd. Hin peyvikjî piçek guherîne. Wek ”didan” e Kurdî û ” dendan” ê Farisî” û ” lêv” a Kurdî û ”leb”a Farisî, ”nav”`ê Kurdî û ”nam”ê Farisî, ”nimêj” a Kurdî û ”nemaz”a Farisî, ”roj” a Kurdî û ”rûz” a Farisî û wd.
Ew peyvikên muşterek, ji serçavîya her du zimanan yanî ji zimanê Pehlewîhatine. mirov nikare bêje ku ew peyvik Kurdî ne û ji Kurdî ketine farisî, yan jî Farisîne û ji Farisî ketine Kurdî. Ew peyvik ji serçavîya her du zimanan yanî ji zimanê Pehlewî derketine û gîhane her du zimanan; hin ji wan di her du zimanan da wek hev mane, hin ji wan jî di her du zimanek da piçek guguherîne û ketine qalib û kirasê wî zimanî.
Ev rewş yanî wekhevîya hin peyvika yan şibîna hin peyvikan bi hev, ne tenê di Kurdî û Farisî da, lê di hin ziamnên dî da jî tê dîtin, di fransizî û Îtalî dam Îspanî û Portekîzî da, di Îngilîzî û Swêdî da jî peyvikên wisa hene ku mîna hev in yan jî pişek dişibin hev.
Hin peyivkên Pehlewî di Kurdî da jî wek xwe mane. Bi peyvika dî, ew peyvik bi awayê zimanê Pehlewî hatine gîhane zimanê kurdî û di Kurdî d wisa mane, di wan da çi guhartinek peyda nebûye; lê di Fariasî da piçek guherîne. Mesela, salixnavê ”xweş” di Pehlewî da jî ”xweş” bûye, di Kurdî da jî wisa maye; lê di Farisî da piçek guherîy û bûye ”xoş”.
Hin peyvikên Pehlewî jî di Farisî da wek xwe mane, di wan da çi guhertinek peyda nebûye; lê di Kurdîda piçek guherîne. Mesela çûnnava yekaniyê ya kesê pêşîn, di Pehlewî da ”men” bûye, di farisî da jî wek pehlewî 2men” maye; lê di Kurdî da piçek guherîye û bûye ”min”.
Hin Peyvikên Pehlewî jî hem di Kurdî da, hem jî di Farisî da pirr yan hindik guherîne. Mesela, 2ayênek”a Pehlewî di Kurdî da guherîye bûye ”eynik”, di Farisî da jî guherîye bûue ”ayine”. Her wisa ”roc” a Pehlewî di Kurdî da piçek guherîye bûye ”roj”, di Farisî da pirrtir guherîye bûye ”ruz”. Peyvikeka dî jî ku tê da guhertin çêbûye, ”parek” a Pehlewî ye. Ew peyvik jî di Farisî da piçek geherêye û bûye ”pare”, di Kurdî da pirrtir guherîye bûye ”pere”.
Têbînî: Tevahiya gotara jorîn beşek e ji pêşgotina pirtûka “Ferhenga Kurdî” ku ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve hatiye amadekirin û ji aliyê Weşanên Deng ve di Cotmeha 2011 de hatiye çapkirin.