DESTNÎŞANKIRINA KAYYUMAN PiRSGiRÊKAN ÇARESER NAKE
Hukumeta AKP`ê doh êvarê dîsa Kayyuma avête ser sê Şaredariyên Kurdistanê, şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê, textê wan yê şaredariyê ji wan hate girtin û di şûna wan de Waliyên wan her sê bajaran wek qayûm hate destnîşan kirin.
Şaredarên bajarên Kurdistanê, bi dengên gel hatinin hilbijartin. Hukumet dîsan kelebçe li îradeya gel û li demokrasî û mafê mirovan xist.
Hukumet,doz li girtina Partiyên Kurdistanî vekirin û bi destnîşankirina kayyuman ve riya xebata demokratîk û legal li Kurdan digrê.
Ne vekirina dozê li navê partiyên Kurdistanî, ne jî destnîşankirina kayyuman li şaredariyên Kurdistanê, aşîtî, aramî û huzûrê nayne Tirkiyê. Kiryarên ne demokratîk pirsgirêkan çareser nake, alozî û pirsgirêkan hîn kûrttir dike.
KOMKAR.eu kiryarên ne demokratîk ya Hukumeta AKP`ê şermezar dike. Daxwaz dike ku hukumeta AKP´ê di zûtirîn wex de mafê şaredarên hilbijartî yê HDP´ê li wan vegerîne.
Çareserî bi çêkirina yasayek demokratîk û wekhev, e. Divê, rê li xebata demokratîk ya partiyên Kurdistanî bê vekirin û zemînek demokratîk bo çareserkirina pirsa Kurdistanê bê çêkirin.
19.08.2019
KOMKAR:eu
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa