Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

37 e mîn Salvegera jenosida Helebçeyê li Parlamentoya Swêd de hat Bibîranîn

Di roja 11.03.2025´an de li Parlametoya Swêd de, 37´e mîn salvegera Jenosîda Helebçeyê hat bibîranîn. Her sal di parlametoya Swêd de, ji aliyê Tora Swêd-Kurdistan, Nûnerayetiya Hukumeta Herema Kurdistanê li Swêd û Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd ve tê rêkxistin

37 e mîn Salvegera jenosida Helebçeyê li Parlamentoya Swêd de hat Bibîranîn

  Di roja 11.03.2025´an de li Parlametoya Swêd de, 37´e mîn salvegera Jenosîda Helebçeyê hat bibîranîn. Her sal di parlametoya Swêd de, ji aliyê Tora Swêd-Kurdistan, Nûnerayetiya Hukumeta Herema Kurdistanê li Swêd û Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd ve tê rêkxistin.

Bîranîn ji aliyê serokê Tora Swêd-Kurdistan perlamenter Ole Moller, bi deqqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan ve hat vekirin.

Nûnerê Hukumeta Herema Kurdistan Şoreş Kadir Rahem, Parlamenter Kenneth G. Forslund û Serokê FKKS Berzan Koçkaya li ser

 

karesata Helebçeyê axivîn. Gelek parlamenterê Swêdî û Kurdî, her wisa nûnerên partiyên siyasî û kesayetî û welatparêzên kurd beşdarî li civîna bîranîna Helebçeyê kirin.

Kom  a musîkê Farzad Nîa och Road Ensemble, musîk û stranên matemî pêşkeş kirin.

Civîna bi bîranînê, bi xaftina dawî ya cîgirê serokê Tora Swêd-Kurdistan parlamenter Fredrik Malm ve bi dawî bû.

KA

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin