Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

35´e mîn Salvegera Terorkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo û Ebdulla Qadirî Azer de wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin.

35 sal berê li paytexta Nemsa li Vîennayê bo çareserkirina pirsa Kurdistanê û avakirina aşîtiyê bi dîplomatên Îranê û bi rêberê HDK-Îran Dr. Ebdulrehman Qasimlo û kadrê hizbê Ebulla Qadirî Azer re rûniştinek pêk hat. Mixabin armanca Îranê ne pêkanîna aşîtî bû, bi rîya dîplomatên xwe yên terorîst li ser mêza aşitiyê Dr. Qasimlo û Ebdulla Qadirî terorkirin.

Îran, bi terorkirina Qasimlo ve xwest xebat û tekoşîna adaziyê ya gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê bitemirîne. Bes weha nebû, doza azadîxwaziyê li rojhilata kurdistanê germtir û geştir bû. Em hemû cure teror û bi karanîna tunûtûjî ya rejîma Îranê li dijî gelê kurd li Rojhilata Kurdistanê, bi tundî çermezar dikin,

Di roja 13 Tîrmeh´ê li çendîn welatên Ewrûpa û Amerîkayê bo şermezarkirina terora Îranê li ser gelê kurd xwepêşandan tên li darxistin. Konfederasyona Revenda Kurdistanî, daxwaz ji hemû Federasyon, Navend û Komeleyên endam dike ku beşdarî li wan xwepêşandanên şermezarkirina terorên rejîma Îranê bibin.

Konfederasyon Revenda Kurdistanî

10.07.2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin